-
Nakokiya li ser erkan, qelsiya Îtîlafa Înqaz Watan nîşan da
Nîsan 06, 2022 11:43Nakokiya di navbera serokê parlamenta Iraqê Mihemed El-Helbûsî û cîgirê wî yê yekemîn Hakim El-Zamilî de her diçe zêdetir eşkere dibe. di vê barê de rojnama El-Ereb a nêzîkî Erebîstana Siûdî ku li Londonê derdikeve, nivîsarek weşandiye.
-
Endamê payebilind ê YNK'yê: Jinûve-destpêkirina gotûbêjan di gel PDK'yê mutemel e
Adar 28, 2022 16:46Endamekî payebilind ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) qala îhtimala jinûve-destpêkirina gotûbêjan di gel Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) derbarê mijara berendamê serokkomartiya Iraqê kir.
-
Mesûd Barzanî: "Gelê Kurdistanê bêrêziya li merceyiyetê napejirîne"
Adar 28, 2022 13:20Li pey bûyerên Bexdayê û êrîşa ser ofîsa PDK'yê, Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand ku gelê Kurdistanê rêzeke taybet li merceyiyeta şîeyan digire û bêrêziya li merceyiyetê napejirîne.
-
Neraziyan agir berdan ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ya Bexdayê
Adar 28, 2022 06:48Piştî twîta bigengeşe û bêrêzane ya kadroyekî nasyar ê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li dijî merceyiyeta bilind a şîeyan li Iraqê, ofîsa vê partiyê li Bexdayê ji aliyê neraziyan va hat şewitandin.
-
Berhem Salih: Divê aliyên Iraqî dawî li qeyrana siyasî bînin
Adar 27, 2022 09:14Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbarê civîna duh ya parlementa Iraqê ku ji ber kêmbûna jimara parlemanterên beşdar pêknehat, daxuyaniyek da. Berhem Salih daxwaz ji aliyên siyasî kir ji bo derbaskirina qeyrana siyasî ya ku li Iraqê heye, bi lez dest bi danûstandinan bikin.
-
Dadgeha Bilind a Iraqê ser xêra Salih deng da û giliya dijî wî red kir
Adar 26, 2022 05:14Dadgeha Bilind a Iraqê giliya hilêxistî li dijî Berhem Salih serokkomarê vî welatî red kir.
-
Komîteya Hevahengiya Şîe: Divê hemû komên Iraqî xwedî moralekî netewî bibin
Adar 25, 2022 15:41Komîteya Hevahengiya Şîe ya bi navê El-Etar El-Tensiqî (Çarçoveya Hevahengiyê) roja Pêncşemê tekez kir ku divê hemû grûpên siyasî yên Iraqê xwedî ruhekî niştimanî ya dilpak bin û berjewendiyên welat berçav bigrin.
-
Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Sunî û PDK’ê li hev kir
Adar 24, 2022 04:33Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Serweriya Sunî û PDK‘ê li ser namzedên serokwezîr û serokomariya Iraqê li hev kirin.
-
Fraksyona Partiya Demokrat li Parlimana Iraqê: Rêber Ehmed dê bi hêsanî dengê baweriyê werbigire
Adar 15, 2022 12:25Endamekî payebilind ê Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) tevî tekeziya li ser îmkana wergirtina dengê baweriyê ji aliyê berendamê vê partiyê ji bo serokomartiyab Iraqê, ragihad ku Rêber Ehmed dê bi hêsanî dengê baweriyê ji Parlimana Iraqê werbigire.
-
YNK: Berhem Salih tenha berendamê me ji bo serokkomartiyê ye
Adar 07, 2022 11:50Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) Berhem Salih wek tenha berendamê vê partiyê ji bo bidestxistina serokkomartiya Iraqê da zanîn.