-
Hevserokê HDP’ê: "Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?"
Cotmeh 06, 2021 14:54Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku HDP bi bawerî û hêza gel rêya xwe didomîne û got: "Belgeya helwesta me ya ji danezana Tirkiyeyê ye, ew nexşeya rêya demokrasiya xurt e."Sancar bersiva gotina "me pirsgirêka kurd çareser kiriye" ya Erdogan jî da û got: "Heke we pirsgirêkê çareser kiribe, çima her roj li bajarên kurdan panzêr zarokan diperçiqînin?"
-
Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê nûnertiya xwe vedike
Cotmeh 06, 2021 14:37Platforma Zimanê Kurdî bi armanca nûnertiya xwe li Mêrdînê ava bike civînek li dar xist. Şandeya ku hat Mêrdînê diyar kir ku heya zimanê kurdî bibe xwedî statû ew ê xebatên xwe bidomînin.
-
Senatorên Amerîkayê ji Biden xwestin ku hesabê ji Erdogan bixwaze
Cotmeh 01, 2021 22:49Senatorên demokrat û komarparêz ji serokomarê Amerîkayê Joe Biden xwestin ku hesabê ji serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bixwze ji ber hewldanên dewleta Tirkiyê ku Kurdan ji mafên wan bê par dihêle, pirengiya siyasî ya li welêt sînordar dike û desthilatê bi rêbazên nedemokratîk ava dike.
-
HDPê di bersiva Erdogan da: Ya hatiye çareserkirin ne Pirsa Kurd e bixwe desthilatdariya we ye
Îlon 24, 2021 22:33Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay derbarê nîqaşên muhatabê Pirsa Kurd axivî û diyar kir ku Pirsa Kurd piraliye û di çareserkirinê de nabe ku rola Serokê PKKê Abdullah Ocalan neyê dîtin û bo Erdogan got “Ya hatiye çareserkirin ne Pirsa Kurd e bixwe desthilatdariya we ye."
-
Ferhat Encu: Savci Sayan gef li min xwar
Îlon 23, 2021 22:47Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu li ser parvekirinên derbarê wî de li Şaredarê Agiriyê yê AKPê Savci Sayan gilî tomar kir. Ferhat Encu got: ”Piştî gefên wî, min îro bi riya parêzerê xwe li dozgeriyê li dijî Savci Sayan gilî tomar kir.”
-
Li Tirkiyê, HDPê derbarê qeyûman de raportek amade kir
Îlon 23, 2021 09:17Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekir derbarê kiryarên qeyûman de raportek amade kir û hat amajekirin ku pergala qeyûman ji bo bişaftina Kurdan û têkbirina destkeftiyên Kurdan wek amûrekê hatiye bikaranîn.
-
Demirtaş piştgirî da pêşniyara Kiliçdaroglu ya derbarê Pirsa Kurd de
Îlon 21, 2021 23:27Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş di peyamekê de pêşwazî li daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ya derbarê çareserkirina Pirsa Kurd de kir û piştgirî da pêşniyara wî.
-
Parlamentera berê ya HDPê hat berdan
Îlon 21, 2021 09:43Parlamentera berê ya HDPê ya Sêrtê Xedîce Kocaman ku eva nêzîkî 9 mehan e hatibû girtin, duh hat berdan.
-
Pervin Buldan: Pirsgirêka Kurd a hemû kesên xwedî wijdan e
Îlon 02, 2021 13:36Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, ragihand ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka aştiyê tenê ne ya HDP ne û ew pirsgirêka hemû kesên xwedî wijdan e.
-
Demîrtaş: Weşanxaneyên kurdan tu pirtûk û agahî nedane min
Tebax 31, 2021 09:45Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ji ser hesabê xwe yê twitterê re car bi caran pirtûk pêşniyar dikir. Ji ber ku pirtûkên bi tirkî pêşniyar dikir rastî rexneyan dihat. Demîrtaş duh bi kurdî twît belav kirin û got, "Di maweya pênc salên bihurî da, ji bilî weşanxaneya Aramê, min ji tu weşanxaneyeka kurdî ne peşnîyazeka pirtûkeka kurdî wergirt, ne agahdarîya pirtûkeka nû gihîşt min."