-
Malpera Demirtaş bi 4 zimanan e lê kurdî tê de nîne
Çile 04, 2023 19:24Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkiyê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş, ji bo wergirtina pêşniyarên xelkê malpereke bi 4 zimanan vekiriye lê nebûna zimanê Kurdî di malperê de bûye sedema nerazîbûnan.
-
HDP: Sala nû dê ji bo gelên Tirkiyê bibe sala biharê
Kanûn 31, 2022 17:36Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di peyama xwe têkildarî sersala zayînî de dibêjin: “Sala 2023an ji bo gelên Tirkiyê dê bibe sala biharê. Bi vê hêvî û baweriyê em sala nû ya gelên xwe pîroz dikin!”
-
Hevserokên HDP’yê: Berpirsên Fransayê divê yekser bûyerê zelal bikin
Kanûn 24, 2022 18:00Hevserokên HDP’yê Pervin Buldan û Mithat Sancar derbarê êrîşa li Parîsa paytexta Fransayê ku di encamê da 3 kurd hatibûn kuştin, got: “Divê berpirsên Fransayê yekser bûyerê zelal bikin.”
-
Bülent Arınç: "Divê HDP hezar carî were hilweşandin"
Kanûn 22, 2022 14:15Damezirînerekî AKP’yê di axiftinekê de got ku divê HDP hezar carî were hilweşandin.
-
Demirtaş: Nîqaşa li ser navan, dûrketina ji armancê ye
Kanûn 21, 2022 18:48Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş derbarê hilbijartinên serokkomariyê da got: “Armanca me hemûyan ew e, ev post bo xwediyê wê yê rast ango bo xelkê bê radestkirin. Nîqaşên li ser navan, dûrketina ji vê armancê ye.”
-
HDP: Desthilata Tirkiyê bi dijminahiya himberî Kurdan li ser pêyan e
Kanûn 20, 2022 16:36Hevserokên HDP’yê û hejmareke parlementerên vê partîyê xwestin ku li Kadikoya Stenbolê bi daxuyaniyekê himber polîsê ku sîlleyek avêtibû Hevserokê Çiqa Stenblê ya HDP’yê helwesta xwe nîşan bidin, lê ji ber tedbîrên emnî yên tund Mîthat Sancar demeke dirêj di dorpêça polîsan de hate rawestandin.
-
Soylû careke din HDP tawanbarî hevkariya bi PKK'yê re kir
Kanûn 11, 2022 19:45Di devojeniya li parlemana Tirkiyê de, Sulêyman Soylû Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yê bi hellahella careke din HDP bi hevkariya bi PKK'yê re tawanbar kir.
-
Parlamentera HDP'yê: Sedî 73ê ciwanan naxwazin li Tirkiyê bijîn
Kanûn 09, 2022 13:13Parlamenter û Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'yê Dêrsim Dag, li Parlamentoya Tirkiyê li ser pirsgirêkên ciwanan ên aborî, civakî û perwerdehîyê axivî û got: “Ji ber polîtîkayên AKP û MHP'yê ciwan naxwazin li Tirkiyê bijîn û koçî welatên din dikin.”
-
Hewildanên Erdoxan ji bo wergirtina piştevaniya siyasetvanên kurd ên Tirkiyê
Mijdar 21, 2022 09:57Blomberg'ê aşkira kir ku Receb Teyîb Erdoxan bi awayekî nihênî hewil dide ku piştevaniya siyasetvanên kurd li vî welatî wergire ku ji nîşaneyên wê terxankirina balefire bo Selahedîn Demîrtaş û derxistina wî ji zîndanê ji bo hevdîtina wî digel bavê xwe yê nexweş bûye.
-
Demîrtaş qala birina xwe bo Amedê û hegera vî karî kir
Mijdar 19, 2022 12:20Selahedîn Demîrtaş, hevSerokê HDP’yê yê berê got ku AKP dê bêyî dengê kurdan di hilbijartinan de ser nekeve, lewma hinek liv û tevger normal in.