Êrişên esmanî yên Tirkiyê ser navçeyên curbicur yên Herêma Kurdistana Iraqê berdewam in, Balefirên cengê û helîkopterên Tirkiyê 3 gundên Dihok û çiyayê Garê dan ber êrişan.
Kurdekî dihokî yê bi navê 'Hekîm Loqman' ji ber axaftina bi Kurdî li Akseraya Stenbolê ji aliyê nijadperestan va hat kuştin.
Balafirên şêrr ên Artêşa Tirkiyê gundekî nêzikî Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.
Muhemed El Ziyadî Nûnerê Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan a Iraqê li Parlimana vî welatî ji Hikûmeta Navendî û Meclîsa Iraqê xwest ku êrîşên Tirkiyê ser bakurê vî welatî şermezar bikin.
Cebar Ewde yek ji rêberên arçoweya hemahengiya şîeyên Iraqê bi tundî rexne li Wezareta Derve ya Iraqê kir ku derheq nêzîk 100 êrişên hêzên Tirkiyê ser bakurê Iraqê ti daxuyanî dernexistiye.
Îhsan Çelepî Qayîm-Meqamê Navçeya Sîdekanê ya Herêma Kurdistanê got, Ji sedî 46ê Sîdekanê ji bin kontrola Herêma Kurdistana Iraqê derketiye.
Di encama bombebarana bilindahiyên Dihoka Herêma Kurdistana Iraqê da ji aliyê balafirên şêrr ên Artêşa Tirkiyê, agir bi mêrgên vê herêmê ket.
Hemwelatiyên îranî yên nîştecihê Herêma Kurdistana Iraqê çûn navendên dengdanê û beşdarî dora 14an a Hilbijartina Serokkomariya Îranê bûn.
Elî Teter Parêzgarê Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê got, "Em ê beriya cejnê hemî ziyanlêketiyên lehiyê qerebû bikin."
Elî Teter Parêzgarê Dihokê got, Li ser biryara berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê, ziyandîtiyên ji ber lehiya Dihokê dê werin qerebûkirin.