Çile 11, 2025 16:52 Asia/Tehran

Hevgavê belavbûna nûçeya girtina hejmareke zêde ji welatiyên Sûriyê bi taybet li Humsê ji aliyê hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve, hejmarek ji xelkê vî welatî li Şamê xwenîşandanek li dar xistin.

Di van rojên derbasbûyî de malbatên komek ji leşkerên girtî li Sûriyê li meydana Omeye ya Şamê kom bûn û hin wêne û pilakart rakiribûn ku li ser wan da hatibûn nivîsandin Ev kesên ku hatine girtin bi şanazî xizmeta welatê xwe kirine.

Ev kesane bûne goriyên meselên siyasî lê bixwe ti rolek têde tinebûne.

Malbatên wan kesên girtî herwiha ji saziyên navnetewî daxwaz kirin ku bona azadiya leşkerên ku piştî 8`ê Îlonê li Sûriyê hatine girtin, karên pêwîst cih bînin. Ev xwenîşandana li Şamê yekemîn karê rêkxistinkirî yê malbatên leşkerên girtî li Sûriyê bû.

Tevî xeterên heyî sozdariya van malbatan li hember şopandina rewşa zarokên xwe nîşan dide ku ew ji ber rewşa heyî aciz bûne û nezelalbûna mesele û karên li vî welatî zêde û berfireh dibe.

Serepeyv