Pirsgirêkê di navbera du partiyên sereke yên Herêmê, ev herêma pêrgî xetera parvekirina bi du beşan kiriye
Bexda El-Yewmê di raporekê de ser navê pirsgirêkên di navbera her du partiyên sereke yên Herêma Kurdistana Iraqê nivîsî: Piştî tawanên YNK’yê dijî Partiya Demokrat a Kurdistana aIrqê û Hikûmeta Heraêm kurdistanê derbarê hevkariya duberekane bi parêzgeha Silêmaniyê û nedayîan bûdceyê bo cihanîan projeyên avahîçêkirinê bo vê parêzêgehê, hinek rapor derheq liv û tevegrên siaysî bo damezrandina herêmekê li parêzgehên Silêmaniyê û Helebceyê cuda ji Hewlêr û Dihokê hatine weşandin.
Ajansa Nûçeyan a Bexda El-Yewmê di rapore xwe de nivîsî: Piştî sala 2003-an û sernixûnbûna Rejîma Sedam Huseyn, Hewlêr bi salan wek “ xala rêçare û xala werçerxanê” bona kutakirina pisgirêkên mayî dia nvbera partiyên siyasî yên sunne û şîe li Iraqê dihat naskirin û tu carî tu hikûmetek li Iraqê bêyî beşdariya Hewlêr û PDK bi serokatiya Mesûd Barzanî pêk nehatibû.
Bi gurtirbûna nakokiyên di navbera du partiyên sereke yên Herêmê, yanê YNK û PDK, rola kurdan û bi taybet rola Hewlêrê di warê kêmkirina lûgurên saiysî yên Iraqê
kêmreng bûye.
Vê dawiyê du partiyan gelek tawanên curbicur dijî hev xistine rojevê ku di dawiyê de PDK, YNK tawanbar kir bi xeyanetê û hewildana bo lawazakirina hebûna meseleya navxweyî li Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê din ve jî, piştî hilêxistain tawanên YNK dijî PDK-yê û hikûmeta Heraêm kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî derheq serederiya duberekane bi parzêgeh Silêmaniyê û nedayîna bûdceyê bo cihanîna propjeyên avahîçêkirinê li vê parzêgehê, hinek rapor derbarê liv û tevegrên siyasî bo damezrandina herêmekê li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê cuda ji Hewlêr û Dihokê hatien weşandin.
Li vir pirsa herî giring eva ye ku gelo Hewlêr ewqas lawaz bûye ku Bexda bûye mazûvanê çareserkirina pirsgirêkên hêzên kurd û meseleya kurdan êdî ne
Hesen Alî di gotûbêja bi Ajansa nûçeyana Bexda El-Yewmê re got:
Heraêm kurdistanê ji sala 2015an va rastî qeyrana aborî ya mezin hatiye ku bandor kiriye ser piraniya berûlayên jiyana welatiyan û lewma YNK ji riya qanûna bûceya giştî ya Iraqê hewil da ku vê qeyranê bi terxankirina pişka bûceya herêmê ji aliyê Bexdayê çareser bike.
Hevgav Rêbwar Muhemed Emîn,Siyasetvanê kurd, partiyên serdest li herêmê berprsê lawazbaûn rola Hewlêrê li alûgurên siyasî yên Iraqê da zanîn.
Wî got ku hinek partî li Bexdayê ji bêtifaqiya di anvbera kurdan sûdê dikin û hewil didin van bêtifaqiyan gurtir bikin.
Ceifer Îmênkî, Berpirsê ragiahndinê yê PDK yê jî bal kişand ser vê yekê ku qelişta di navbera PDK û YNK derbe li herêmê xistiye û got: PDK hemî hewla xwe bi kar tine ku pêşiya bêtifaqiya li herêmê bigre.
Wî got ku di muzakireyên bi YNK re me pêngavên baş hilanîne û em hêvî dikin bo lidarxistina hilbijartinên parlemanî li herêmê li hev bikin.