Sibat 04, 2023 14:42 Asia/Tehran
  • Endamê NATO’yê: “Rûsiye pêbendî berpirsyariyên xwe li Peymana New Start’ê nîne”

Balyozên welatên endamê NATO’yê di dawiya civîna xwe ya roja Înîyê di daxûyaniyekê de, Rûsiye tawanbar kirin ku berpirsyariyên xwe li peymana New START’ê bi cih nayîne.

Peymana New START’ê dawîna peymana giring di warê kontrolkirina çekên navokî yên startejîk e ku hîna jî berdewam e. Ev peyman bona kêmkirina çekên navokî ên êrişkirane yên stratejîk di 8ê Nîsana 2010’an li Pragê ji hêla serokkomarên wê serdemê yên Amerîka û Rûsiyê va hat wajokirin ku diviya bo mideha 10 salan were cihanîn.

 Hitbar û pêbaweriya vê peymanê ji 5ê Sibata 2011’an heta 5ê Sibata 2021ê bû. Li gor vê peymanê, Rûsiye û Amerîka zirûfa cebilxaneyên xwe kêm kirin û gîhandin 1550 kumikên navokî û 800 doşikên avêtina çekên navokî.

Di daxûayniya NATO’yê de hatiye destnîşankirin: “Ji Tebaxa derbasbûyî va heta niha, Amerîkayê ji ber lidarnexistina civînên rawêjkariyê ji hêla Rûsiyê va  rastbûna pêbendiya Moskowayê ser sînor û berbendên peymana New START’ê neceribandiye.”

 Balyozên welatên endamê NATO’yê ji Rûsiye xwestin ku bila rê bide çavdêrên amerîkî li gor peymana New Start’ê seredana vî welatî bikin.

Lijneya Amerîka û Rûsiyê cara dawiyê di Cotmeha 2021’an de hevdîtin pêk anî û Rûsiye ji hîngê ve heta niha bona protestokirina piştgiriya Waşîngtonê ji Ukraynê, beşdarî civînên hevpar nebûye.

 Amerîkayê roja Sêşemiyê îdia kirbû ku Rûsiye pêbendî peymana New START’ê ku dawîn peymana kontrolkirina çekên navokî di navbera du hêzxurtên navokî ên cîhanê de ye, nîne.

 Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di bersiva daxwaza Kongreya vî welatî de, Rûsiye bi rawestandina çavdêrî û îbtalkirina muzakireyan tawanbar kir, lê ragihand ku Moskowayê kumikên xwe yên navokî hema li gor rêketina di navbera her du welatan zêde kirine.

 Pêştir biryar bû ku rayedarên her du welatan ji 29ê Mijdarê heta 6 Kanûnê li paytexta Misrê hevdîtinekê pêk bînin ku derbarê destpêkirina çavdêriyan li gor peymana kêmkirina çekên navokî nasiyar bi New START’ê gotûbêjê bikin. Ev peymana di Adara 2020’an ji ber pandemiya Koronayê hatibû rawestandin.

 

Serepeyv