Mijdar 28, 2022 10:25 Asia/Tehran
  •  Serdana serokwezîrê Iraqê bo Îranê; Ferşa Sor di bin piyê Sûdanî da

Serokwezîrê Iraqê bi zûtî û di serê taximeke siyasî û aborî ya payebilind da digihêje Tehranê.

Ev yekem serdana serokwezîrê Iraqê yê nû bo Îranê piştî bicihbûna di cîgeha serokwezîrtiyê da ye. Ew beriya niha çûbû Urdin û Kuweytê û Erebistanê meraq dikir ku Sûdanî beriya serdana bo Tehranê biçe Riyazê û ji ber vê yekê vexwendinek bo serokwezîrê Iraqê şandiye.

Îran yekem hevpeymana xwezayî ya Iraqa nû bûye û dê hebe û di dema ku Erebistanê bi hemî hêza xwe terorîst dişandin Iraqa nû û bi her rêya mimkin dixwest ku rê li ber damezirîna pergala siyasî ya nû li Iraqê bigire, li vî alî Komara Îslamî ya Îranê bi naskirina dewlet û pergala siyasî ya nû li Iraqê, kete kêleka wê û hemî şiyana xwe ji bo tesbîtkirina dewlet û pergala siyasî ya nû li vî welatî bi kar anî ku encama wê dewama vê pergalê ye.

Bê guman eger ew alîkarî û piştevan nebûna, dibe ku Iraq li gorî bandora Rejîma Siyonîst li ser dewletên dagirker weke Amerîkayê bihata parçekirin; wek mînak dema ku Iraq di salên 2006an da ji ber şandina tekfîriyan ji Erebistanê bo Iraqê tûşî şerê tayfetî bûbû, Joe Biden serokomarê Amerîkayê yê niha ku wê demê encamê Senatoyê bû pêşniyaza parçekirina Iraqê bo sê beşan ji bo derketina ji pevçûnên tayfetî û mezhebî da.

Bi damezirîna dewleta pirralî ya Muhemed Şiya' Sûdanî ku ji hevdengiya navxweyî û derveyî sûd werdigire, derfetên nû ji bo xurtkirina peywendiyan û hevkariyên siyasî û berfirehkirina peywendiyên bazirganî û aborî yên zêdetir hatiye dabînkirin.

Iraqa nû hertim ji mijarên di asta pêşîn ên siyaseta derveyî û cînaretiya Îranê da bûye û di dewleta sêzdehem da li gorî nêrîna wê ya navçeyî ev yek girîngtir jî bûye.

Serdana Muhemed Şiya' Sûdanî derfeteke guncan ji bo naskirina ziyanan û rakirina berbendên heyî di vî warî da ye.

 

Serepeyv