Tîrmeh 03, 2022 21:50 Asia/Tehran
  • Hewldana Ewropayê ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi enerjiya Rûsyayê

Krîza enerjiyê li Ewrûpayê qonaxên berfireh bi dest xistiye û bi berdewamiya şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, Ewropa ji bo dabînkirina sotemeniya xwe nîgeran e. Ji ber vê yekê, Yekîtiya Ewropî ji bo alîkariya welatên endam di kêmkirina bikaranîna enerjiyê ya Rûsyayê de, amadekirina planek awarte ragihand.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî diyar kir ku pêwîstiya Yekîtiya Ewropayê bi bernameyeke baş û hevpar heye ya ku li ser hewcedariyên enerjî û gazê bi bandor bibe û wiha got: "Divê tedbîrên nû yên Ewropayê heta nîvê Tîrmehê bên tetbîqkirin."

Di heyama çend mehên borî de, welatên ewropî siza dan ser sektora enerjiyê ya Rûsyayê û bi taybetî sektora petrol û gaza wî welatî, da ku zexta herî zêde li ser Moskowê bikin. Lê van cezayan heta niha encamên berevajî hebûne, û niha rewş ji bo welatên Ewropî yên ku bi giranî girêdayî çavkaniyên enerjiyê yên Rûsyayê ne, aloz bûye.

Alîkarê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Rûsyayê Dmitriy Medvedev di vê çarçoveyê de diyar kir ku Ewropa di nava krîzeke enerjiyê de ye û got: Dijberên me dê her tiştî bikin ku bibe sedema hilweşîna herî zêde ya kompleksa me ya enerjî û sotemeniyê. Îro ew di krîzeke enerjiyê de dijîn, perspektîfek ku wê zêdetir bibe. Tewra Amerîka jî, ku sebebkarê sereke ya pêşvebirina zext û zora ser Rûsyayê ye, zirar dîtiye.

Di mehên dawî de li Ewropayê bihayê sotemeniyê gelekî zêde bû. Di encamê de nirxê gelek kelûpel û xizmetguzariyan jî zêde bûye, ji ber wê jî gelek welatên Ewropayê bi enflasyoneke zêde û kêmbûna berfirebûn û mezinbûna aborî re rû bi rû ne. Ev rewş di demekê de ye ku welatên Ewropayê ji ber demsala sermayê gelekî nîgeran in û tedbîrên wan ên niha ji bo dabînkirina sotemeniyê heta niha bi bandor nebûne.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen hişyarî da: Krîz dê di mehên zivistanê de dest pê bike û Brûksel li rêyekê digere ku ji kirîza gaza xwezayî derkeve.

Di vî warî de, Ewropa li ser kirîna gaza siruştî ya şil (LNG) ji derve difikire, ji ber viya Fatih Birol, serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî, ragihand ku di dîroka gaza Ewropî de yekem car di meha Hezîranê de, rêjeya kirîna gazê ji Amerîkayê ji kirîna vê parzamînê ya gaza Rûsyayê zêdetir bû .

Helbet ev derkirîna nikare hewcedariyên Ewropayê bi cih bîne û bikeve şûna enerjiya ku ji Rûsyayê dikire. Li gorî agahiyan, ji sedî 67ê gaza xwezayî ya ku ji aliyê Ewropayê ve tê kirîn ji Rûsyayê tê dabînkirin, lewma derkirîna gaza şil bi qebareyên mezin dê ji bo Ewropayê pir biha bibe û dem û gaveke zêde digire.

Robert Johnston, lêkolînerê payebilind li Navenda Kolombiyayê ji bo Siyaseta Enerjiyê ya Gerdûnî, got ku helwestek tund li dijî Rûsyayê lêçûnên xwe heye ku rasterast bikirrên Amerîkî û Ewropî dike armanc.

Ewropa planeke awarte ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi enerjiya Rûsyayê ragihand, lê wisa xuya nake ku welatên Ewropî di demek kurt de vê qeyranê birêve bibin; Bi taybetî ku mehên sar ên salê li pêş in.

Serepeyv