Şiroveyek derbarê gotinên ne dostane yên Fûad Husên; wezîrê derve yê Iraqê yên li dijî Îranê
Wezîrê karên derve yê Iraqê di daxûyaniyekê de ji bo cara yekem, Komara Islamî ya Îranê bi destwerdana di karûbarên navxweyî yên Iraqê de tawanbar kir û îdia kir ku peywendiyên Îran û Iraqê ji qonaxa "bêdengiyê" derbasî qonaxeke "eşkerekirinê" bûye.
Ji bo analîzkirina gotinên Fûad Husên, di destpêkê de çend hevok ji gotinên wî yên bi televizyona Al-Ghad a Misrê re gotine pêdivî ye werin dubarekirin. Wî gotibû: "Tehran van rojan zimanekî nû ji Bexdayê dibihîze ku berê tunebû." "Siyaseta derve ya Iraqê îro ne girêdayî ti welatekî ye û ji berjewendiyên me yên netewî tê.” "Emê dost û cîran bimînin û bi hev re jî kar bikin, lê mijara destwerdana Îranê nayê qebûlkirin.” Ev beşek ji gotinên wezîrê karên derve yê Iraqê li bara Komara Îslamî ya Îranê û cureya peywendiyên Têhran û Bexdayê bû.
Axaftinên Fûad Husên derbarê destwerdana Îranê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de, xuya ye ku bi xitimandina siyasî ve girêdayî ye ku ji Cotmeha borî ve li wî welatî serdest bûye. Komara Îslamî ya Îranê çendîn car li bara rawestan û xitimîna siyasî ya niha li Iraqê du helwêstên xwe diyar kirine. Yekem, Îran aramî û ewlehiyê li Iraqê dixwaze û ya duyem jî eva ye ku Îranê hertim tekezî li ser pêwîstiya diyaloga di navbera hêlên siyasî yên Iraqê de ji bo şikandina kêşeya siyasî û derketina ji xitimîna siyasî. kiriye. Destwerdana Îranê di vê xitimîna siyasî de îdiaya Rejîma Siyonîst û eksena (mêhwera) lihevkirinê ya navçê ye.
Gotinên dijî Îranê yên Fûad Husên ji çend faktoran derdikevin.
Yekem; Her dema ku wezîrê karên derve yê Iraqê di nav derdoreke erebî de be, jestên siyasî û erebî bi xwe ve digire û li gorî siyaseta hin welatên erebî li dijî Komara Îslamî ya Îranê tevdigere. Di hevpeyvînekê de ligel tora Al-Ghad a Misrî jî daxuyaniyên nû yên dijî Îranê dane.
Duyem; Fûad Husên endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê ye, ku tekezî li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê dike û Komara Îslamî ya Îranê wek dijberekî cidî yê serxwebûna Kurdistanê dibîne û Yek ji sedemên sereke yên têkçûna referanduma Îlona 2017an, piştevaniya Îranê ji bo parastina yekparçeyiya axa Iraqê dizane.
Sêyem; Gotinên Wezîrê Derve yê Iraqê ji ber helwestên şexsî yên Fûad Husên in. Hin kesayetiyên Iraqî yên li gel tevgera siyasî û medyaya dijî berxwedanê li navçeyê jî piştevaniya hebûna Amerîka li Iraqê dikin. Ji bo vê yekê jî dem bi dem helwest û daxuyaniyên li dijî Îranê dubare dikin.
Ya girîngtir ew e ku eger ew bi awayekî "eşkere" gotina xwe dibêje û dibêje ku ji "bêdengiya siyasî" derbas bûye, divê berî her tişt hikûmeta niha ya Bexdayê û berpirsên wê bersivê bidin ka çawa hikûmeta Amerîkayê di nav axa Iraqê General serdar Suleymanî ku bi fermî vexwendine Iraqê, dikare teror bike? Duyem: Armancên hebûna dezgehên îstixbaratê yên Rejîma Siyonîst li navça Kurdistana Iraqê çi ne? Bê şik êrîşên Komara Îslamî ya Îranê bo ser baregehên Israîlî li herêma Kurdistanê, ne tenê destêwerdan di karûbarên navxweyî yên vî welatî de nîne, belkî ji bo parastina yekparçeyiya axa xwe û ewlehiya xwe Komara Îslamî vî karî dike ku ji aliyê Rejîma Siyonîst ve ji hundirê herêma Kurdistanê tê tehdîdkirin.
Mijareke din ew e ku Fûad Husên di rewşekê îdia dike ku Îran destêwerdana karûbarên navxweyî yên Iraqê dike ku Îranê wekî Amerîka ti bargeheke leşkerî di nav Iraqê tine. Ji aliyê din ve, Komara Îslamî ya Îranê hertim ewlehiya Iraqê wek ewlehiya xwe dizane û di heyama êrişa DAIŞê ser Iraqê li hemberî vê koma terorîst piştevaniya Iraqê kir û berpirsên niha yên dewleta Iraqê ji wan Fûad Husên jî, çendîn car li ser vê yekê îtiraf kirine.
Herî dawî, Hesen Nazim wezîrê rewşenbîrî û geştiyariyê yê Iraqê ji roja Îniya bihorî ve, sê roja li Îranê bû û bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anîn û li ser berfirehkirina peywendiyên dualî yên Têhran û Bexdayê tekez kir. Eve rastiya peywendiyên Îran û Iraqê û riya giştî ya van peywendiyan e û gotinên Fûad Husên yên ne dostane nerîna Bexdayê li bara Tehranê nîne, belkî bêhtir ji ber nêrîna wî ya şexsî û heta hizbî ye.