Roja nehem a ketina artêşa Tirkiyê nava Cerablusê
Artêşa Tirkiyê li roja nehem a ketina nava axa Sûriyê, derbasî bajarê Cerablusê bû.
Li roja nehem a ketina artêş û tank û hêzên taybet ên Tirkiyê bo nav axa Sûriyê û meşyana wan a aber bi bajarê Cerablusê, bi mehneya derxistina vî bajarî ji lepên hêzên DAIŞ`ê, îro ev bajara kete destê hêzên Tirkiyê û milîtanên ligel wan.
Wêneyên ku îro ji bajarê Cerabluê nhatin weşandin, kirsên ku li hin navçeyên bajê kom bibûn û herwiha şûn û şopa terorîstên DAIŞ`ê û ji wan alayên reş ên vê koma teorîst nîşan didin ku neyarên dewleta Sûriyê û ji wan endamên koma nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê ku Tirkiye pişta wan digire û ligel artêşa Tirkiyê, derbasî Cerablusê bûne, bi awayekî azad li bajêr digerin.
Hêzekî koma Artêşa Azad a Sûriyê ku bi zimanê tirkî diaxivî got: Tu kes ji endamên koma DAIŞ`ê li vir nemane. Tenê endamên komên neyar ên Sûriyê, niha li vir in.
Vî endamê tirk ê Artêşa Azad a Sûriyê li bersiva pirsekê li ser viya ku gelo niha pevçûn niha li kîjan navçeyan didomin? got: Niha hêzên PKK`ê li nêzîkatiya çemê Firatê bi cih bûne. Ew bi tenê ne. Eger Xwedê bixweze, ew jî wê ji Minbicê derkevin.
Xelkê Cerablosê ku di van mehên dawiyê de, hebûna terorîstên DAIŞ`ê li cihê jiyana xwe ceribandine, niha bi derketina van terorîstan, bi biyaniyên din re rûbirû mane ku bona hebûna wan li bajarê xwe hesta wan a ewlehî û aramiyê nakin. Hêzên ku nû hatine bêyî tu bername û rêkûpêkiyekê, bi çekên curbicur li kolanên bajêr digerin û gellek kes, wan dagîrker dizanin û terorîstên wekî DAIŞ`ê ligel hêzên dagîrker, derbasî Cerablosê bûne. Xelkê Cerablosê, ji ber pevçûnên nû yên di navbera xelkê van navçeyan û hêzên Kurd û hêzên ku nû ketine nava Cerablosê de, nîgeran in.
Salih Muslim, hevserokê Partya Demokratîk a Kurdên Sûriyê (PYD) jî îro li civîna xwe ya çapemeniyê li Brûksêlê, hêzên Tirkiyê, dagîrker da zanîn.
Li gorî nûçeyeka din, Di encama pevçûnên duh de yên di navbera şervanên kurd bi endamên koma terorîstî tekfîrî ya Hereketa Nûredîn Zenkî, li dersora bajarê Cerablosê de, du terorîst dîl hatine girtin.
Ev pevçûn li aliyê rojavayê bajarê Cerablusê ya parêzgeha Heleb a Sûriyê qewimîn ku di encama wan de komek ji her du aliyan hatin kuştin û birîndar bûn.
Di eynî demê de, Cemal Rabie, endamê parlimana Sûriyê, bal kişand ser vê yekê ku Tirkiye li gorî hevhatina bi şert û merc a bi yekgirtiyên Şamê, derbasî Cerablosê bûye û got: Berovajî hewldana berdewam a Amerîkayê ji bo perçekirina Sûriyê, Enqere xetera perçebûna Sûriyê ya ji bo hebûna Tirkiyê, fêm dike.
Rewşa niha ya li bajarê Cerablosê û dahatiya hebûna hêzên Tirkiyê li bakûrê Sûriyê, nezelal e û belki tenê zarokên Cerablosê, agahiya wan ji vê rewşa nezelal a li dahatiyê tuneye û li dinyaya xwe ya zaroktiyê, lîstikên xwe didomînin.