Dew û dozên pûç ên Erebistanê li dij Îranê
Eojhilata Navîn eva zêde ji deh sal in ku di nav agirê fitne û aloziyan de dişewite.
Hin karzan bawer in ku rewşa tevlîhev û aloz a welatên erebî her diçe ji kontrolê derdikeve . Berdewamiya vê rewşê ji bo ewlehî û îstiqrara netewên din ên navçê û heta ji cîhanê jî bi taluke ye. Lê pirs eva ye ku çi faktor û hokar bûne sedema pêkhatina vê rewşê?.
Gendelî û dîktatorî û zorbêjiya piraniya rejîmên navçê, berbelvbûna zanbarên siyasî û fikrî û civakî li navçêde, giran û berfirebûna şer û pevçûnên etnîkî û olî û nejadîku bûne sedema bê îstiqrariya siyasî û ewlekariyê ji wan faktorên bingehîn in ku rewşa aloz û tevlî hev li navçê de pêk anîne. Li kêleka van faktoran peydabûna grûpa tekfîrî û terorîstî ya DAIŞ`ê ku bi nav dîn û olê ketiye meydanê û xwînê dirêjîne û mudaxileyên curbicur ên Amerîkayê li navçê de du faktorên din in ku rewşa hanê xirabtir û tevlîhevtir kiriye.
Faktoreke din bûyerên bi dû hev ên piştî êrişên terorîstî yên 11 Îlonê ye ku bû sedema mudaxileyên zav ên welatên rojavayê li navçê de ser navê şerê li dij terorîzmê.
Li Siyasetê de prensîpek heye ku ji hemûyan re îsbat bûye ew jî eva ye ku alî an welatek dikare şer an aloziyekê bide despê kirin, lê birêvebirina wê û bi dawîanîna wê êdî li destê wî alî an wî welatî de namîm ku mînaka wê li navçê de Erebistana Siûdî ye, rayedarên vî welatî bi vê fikrê ku hevsengiyên navçê ser xêra xwe biguherîne li van çend deh-saliyên dawiyê dest avêtiye gelek kar û kiryarên şerxwazane û bi fitne, ku yek ji wan handana Sedam dîktatorê îdambûyî yê Iraqê bû ku şerê li dij Îranê da despê kirin û li vî şerê li dij Îranê gelek alîkariyên diravî da rejîma Bes a Sedam ya din jî pêkanîna hevpeymaniya erebî ji bo êriş û şerê li dij gelê Yemenê bû ku di encama vê êrişê bi hezaran kes ji xelkê sivîl yê Yemeê hatin kuştin û hîn jî tên kuştin.
Rejîma Alê siûd ji bo guhertina rewşê li navçê de heta dest avête alîkariya bo terorîstan û pêkanîna grûpên terorîstî yên wek DAIŞ û El-Qayidê. Vî welatî heta nift jî bona hedefên xwe kire emraz û amûrekê û ji bo ku zext û zora aborî ser Îranê zêde bike bi şandina nifteke zav bo bazarên cîhanê bihaya wê pir aniye xarê û kêm kir.Lê niha dûhatên van siyasetan pêsîra Alê Siûd bi xwe girtiyeû eva jêre bûye lîstikeke bi taluke û ziyan û nikare xwe ji vê gêr û giriftê rizgar bike, lê dîsa ser van siyasetên xwe yên şaş îsrarê dike.
Li vê navberê de wezîrê derve yê Erebistanê Adil El-Cubeyr li Pîkenê paytexta Çînê dîsa destavête boxtanên li dij Îranê û ev welata tawanbar kir ku li navçê de bê ewlehî û bê îstiqrariyê berfire dike.
Li hemberî vê yekê berdevkê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî got: Rayedarên siûdî ku ji ber şaşitiyên zav û mezin ên stratejîk xwe xistine nav qopiya xwînawî ya terorîzmê û qirkirina zarok û jinên bêguneh li Yemen û Sûriye û Iraqê, ya baş eva ye ku dewsa van haykûfên pûç û bê feyde û wekilandina boxtanên derew, hewl bidin şêwaz û kiryarên xwe çêtir û baş bikin.
Ji xwe ji ber fitne û kiryarên Erebistana Siûdî gelek ji welatên navçê rastî krîz û qeyranên mezin hatine û ketine ber talukeya hilweşînê û ji ber van kiryaran Rojhilata Navîn rewşa herî xirab a dîroka xwe derbas dike. Lê belê rayedarên siûdî li vî halî de sûça xwe qebûl nakin û welatên din sebebkarê pêkhatina rewşa hanê didin zanîn.Li vî halî de tenê rejîma ku ji rewşa aloz û bi krîz a Rojhilata Navîn sûdê werdigire rejîma Siyonîstî ye.