Pêşeroja tarî ya pêvajoya sazişê li Rojhilata Navînê
Nîkolay Mêladînof, nunerê taybet ê serokê giştî yê NY li karên Rojhilata Navînê got ku tu pêşerojeke zelal li bara muzakireyên sazişê tineye û alûgurên vê dawîyê li erdên dagirbûyî bûne sedema giranbûna qeyrana Filistînê.
Wî hervisan got: Zêdexwazî û kiryarên Israîlê yên dijî aştîyê di van salên dawîyê da, bûne sedema gurrbûna qeyrana nêzî 70 salan a Filistînê. Mukurhatina NY li bara pêşeroja tarî ya muzakireyên sazişê li halekî ye ku sistî û lawazîya NY û serokê wê li pêvajoya qeyrana Filistînê, derfet daye rêjîma Israîlê ku cinayetên xwe bidomîne.
Heyamekê berî niha, Cênîfêr Volş, rawêjkarê taybet ê serokê giştî yê NY ji ber bêistiqrarîya vê sazîyê nemaze Konseya Ewlehîyê li warê meseleya Filistînê rexne girt. Wî got ku NY nemaze Konseya Ewlehîyê tu wexta li bara filistînîyan cidî nebûne. Nêrînek ser kiryarên civaka navnetewî li bara qeyrana Filistînê nîşan die ku sistîya NY li warê çareserkirina vê qeyranê û eva ku giranîya bala xwe daye ser rêçareyên komplokerîya hogirên vê rêjîmê li dirêjkirin û gurrkirina qeyranê û dagirkerîya Rêjîma Sîyonîst li deverê bibandor bûye. Hewldanên NY di çarçova qewareyên navnetewî û navçeyî da jî nekarîne alîkarîyekê bidin çareserkirina qeyrana Filistînê. Di vî warî da mirov dikare bal bikişîne ser Komîteya Çaralî ya Aştîya Rojhilata Navînê ku NY jî endama wê ye. Komîteya Çaralî ya Aştîya Rojhilata Navînê ji Amerîka, Ûrsêt, YE ş NY di sala 2002`yê da jibo navbeynkarîya li pêvajoya lihevhatina Israîlê û filistînîyan pêk hat lê, heta niha serketineke berbiçav bi dest nexistîye.
Civatên navnetewî û yêketîyên navçeyî li halekî li ser çareserkirina qeyrana Filistînê bi rêka pêvajoya sazişê disekinin ku mideha 25 salên ku ji destpêbûna vê pêvajoyê derbas dibin da, bi caran bêencambûn û bizîyanbûna wê jibo filistînîyan isbat bûye û li gorî mukurhatina rayedarên filistînî û NY, pêvajoyeke işkestxwarî ye.
Piştgirîya giştalî ya dewletên rojavayî nemaze Amerîkayê ji rêjîma Israîlê û hlwest û kiryara sist û lawaz a rayedarên NY li hemberî vê rêjîmê bi wateya lampa kesk jibo Israîlê jibo gurrkirina cinayetên wê tê hesêb.
Amerîkayê bi saya mafê nedadmendane yê Vêtoyê bi caran pêşîya pejirandina biryarnameyeke qahîm li dijî Rêjîma Sîyonîst girtîye û hewldanên cehanî jibo bikaranîna tivdîreke cidî li dijî vê rêjîmê pûç kirine.
Amerîkayê heta nehêlaye ku Israîl ji ber cinayetên li hemberî gelê Filistînê, li konseya Ewlehîyê ya NY jî bê lomekirinê. Kiryarên dewletên rojavayî, karên piçûk ên NY li warê sekinîna li hemberî rêjîma cinayetkar a sîyonîst pûç derxistine û ev yeka bûye sedema rexneya tund a raya giştî.
Eva li halekî ye ku sistîya civaka navnetewî li warê şopandina cinayetên Israîlê jî roleke kêrhatî li dewama cinayetên Israîlê hebûye û vê yekê xelekeke ewlehîyê jibo Rêjîma Sîyonîst pêk anîye ku ev yeka jî bûye sedema rexneygirtina berfire ya raya giştî ji NY û rayedarên wê.