Şerê medyayê li dij Heşdê Şebî bereberê operasyona azadkirina Mûsilê
Heşdê Şebî hêza gelanî ku ji çînûqatên curbicur ên Iraqê pêk hatiye li kêleka artêşa vî welatî li bereya pêşengê şerê li hember terorîzma DAIŞ`ê de ye.
Heşdê Şebî ji sala 2014an piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê weke hêza kara ya gelanî-eskerî li kêleka artêşê û li bin çavdêriya fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê dixebite.
Ev teşkîlata gelanî ku nuneratiya civaka Iraqê dike bi dayîna bersiva erê bo daxawaz Ayetullah Sîstanî, merceyê bilindqedr ê şîeyên vî welatî cih û şûna xwe peyda kiriye.
Pejirandina Heşdê Şebî wek hêza eskerî ya li bin çavdêriya Heyder Ebadî, serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê, nîşana baweriya bo teşkîlata gelanî ye ku cida ji alîgiriya siyasî li meydana şerê li dijî DAIŞ`ê re hizûreke bibandor û serketî heye.
Ezmûna bikaranîna hêza eskerî ya Heşdê Şebî, serketinên geş û ronî li parêzgeha Enbarê, rojava Iarqê hebûye.
Şerê bi çarenivîs ê Felûcê û serketina li hember DAIŞ`ê li mehekê de rola erênî û bibandor a Heşdê Şebî li meydana şêr de bû ku li nav aliyên curbicur ê iraqî rêz û hurmeteke taybet hebû.
Serketina Heşdê Şebî, mewqiya aliyeke taybet û etnîkî nîne belkî serketian hemî iraqiyan li meydana şerê li hember terorîzmekê ye ku dawakarên rawestana li hember wê ji wan hevalbendiya li dijî emerîkî bi hemî zirûf û propagendeya medyayê li vê meydanê nekarîn ku bi ser kevin.
Serketina teşkîlata Heşdê Şebî bûne baîs ku ev hêza hertim li warê rawestana li ber terorîzmê bala xelkê Iraqê bikêşe. Piştî şerê Felûcê, niha sekinîna ser operasyoa azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê de ye û rola Heşdê Şebî li vê operasyonê, xwesta gelanî û çavrêtiya gel e. Ji ber giringiya operasyona Mûsilê, hesiyetên li bara Heşdê şebî jî zêde bûne .
Her carê besîca gelanî bi ser dikeve angu amade dibe rûpeleke zêrîn a din li dîroka xebata gelê Iarqê zêde bike, ji aliyê hin medyan dikeve ber êrişa siyasî û propagendeyî. Bê guman ev êrişa bi Iraqa ewleh, bihêz, hevgirtî û yekperçe peywendiyeke bi wate heye. Serketina hêzên iraqî li azadkirina Mûsilê, navenda parzêgeha Neynewayê ji dagirkirina DAIŞ`ê, tê wateya kutabûna xeyala parvekirina Iraqê ku bi dagirkirina Mûsilê li Hezîrana 2014an li nav bernama karê dijminên iraqa hevgirtî û yekperçe de ye . Êrişa ser hêzên gelanî ya Iraqê li vê çarçêvê tê nirxandinê ji ber ku Heşdê Şebî roleke giring li bi dawîanîna DAIŞê li Mûsilê heye . Bednavkirin û xirabkirina navê hêzên seferberiya gelanî û tawanbarkirina wê bi reftara eşîreyî, şerê medyayê tev hêzên gelanî li bereberê azadkirina Mûsilê ye .
Çawa ku Ebûcefer El-Esedî, berdevkê hêza seferberiya gelanî ya Iraqê tekez kiriye ku , buxtana medya û siyasetvanên rojava bo vê hêzê, derew e ku bi armanca xirabkirina hêzên gelanî hatiye hilêxistin.
Vî berdevkê Heşdê Şebî li bersiva îdiaya kesên ku hêzên seferberiya gelanî jî mîlîtanên firqeyî yên şîe dizanin ku mafên suneyan bin pê dike gotiye ku hêzên seferberiya gelanî an hêza eskerî ya gelanî û niştimanî û fermî ya Iraqê ye ku dewlet wê wek hêza eskerî bi fermî nas kiriye û tenê eşîrekê nagire ber xwe.
Teşkîlata Heşdê Şebî li halekê cardinê bereberê operasyona azadkirina Mûsilê ketiye ber êriş û tawana firqeyî ku li gorî gotina berdevkê vê teşkîlatê niha nêzîkî sedî 27ê ji hêzên Heşdê Şebî birayên sune yên Iarqê pêk tînin.