Encama yekem a hizûra eskerî ya Tirkiyê li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i234355-encama_yekem_a_hizûra_eskerî_ya_tirkiyê_li_sûriyê
Encama yekem a ji ber êrişa leşkerî ya Tirkiyê lser Sûriyê û dagîrkirina bajarê Cerablusa vî welatî eva ye ku vî welatî eskerekî xwe ji dest da û sê eskerên din jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2016 11:29 Asia/Tehran
  • Encama yekem a hizûra eskerî ya Tirkiyê li  Sûriyê

Encama yekem a ji ber êrişa leşkerî ya Tirkiyê lser Sûriyê û dagîrkirina bajarê Cerablusa vî welatî eva ye ku vî welatî eskerekî xwe ji dest da û sê eskerên din jî birîndar bûn.

Bingehên nûçan yên bêla ragihandine ku ji ber êrişa hêzên kurd yên Sûriyê ser eskerên Tirkiyê ku ketibûne nav axa Sûriyê eskerekî tirk hate kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Medyayên Tirkiyê jî nûça kuştina eskerekî vî welatî li nav axa Sûriyê û birîndar bûna sê eskerên din piştrast kirin.

Bingeyên meydanî ji ragihandine ku du tankên Tirkiyê jî ji ber êrişên mûşekî yên hêzên kurd hatine îmhakirin.

Hatiye ragihandin ku ji ber destpêbûna êrişa hêzên taybete artêşa Tirkiyê û terorîstên artêşa Azad dijî pêgehên kurdên Sûriyê, li bakûra Sûriyê, hêzên kurd xwe baştir ji bo êrişê amade kirine û hema li vê destpêkê xisaretên zav li artêşa Tirkiyê xistine û birek ji endamên artêşa Tirkiyê kuştine yan jî birîndar kirine.

Eva ewil xisar û kuştiyên artêşa Tirkiyê ye , ji roja pêncşemê ku Enqerê bi mihana xebata dijî terorîstên DAIŞ`ê û hêzên kurd, yên sûrî operasiyonek ser navê Mertala Feratê li nav axa Sûriyê destpê kiriye.

Piştî belavbûna van nûçan, herwisa medyayên navçê ji êrişa roketan ser balafirgeha bajarê Diyarbekrê li başûra rojhilata Tirkiyê xeber dan.

Gor rapora ajansa Dogan û telivîzyona CNN Tirkê, êrişkeran 4 rakêt ber bi balafirgeha Diyarbekrê avêtin ku hêzgeha polîsê balafirgehê kete ber hedefa vî êrişî.

Helbet hatiye ragihandin ji ber vî êrişî tu kes nehatiye kuştin.

Cuda ji viya ku êrişa mûşekî ser balafirgeha Diyarbekrê ku wekî balafirgeha herî mezin a Tirkiyê li navça başûra rojhilata vî welatî tê hisab ku jê bona hedefên eskerî û ne eskerî istifade tê kirin, mirov dikare bêje ku êrişa ser vê balafirgehê desthata êrişa eskerî ya Tirkiyê ser axa Sûriyê û êrişa ser kurdên vî welatî ye.

Eva ku niha bîr û raya giştî yê xelkê Tirkiyê li hemberî kuştina eskerekî Tirkiyê li nav axa Sûriyê dê çi bertekek hebe, yan eva ku gelo xelkê Tirkiyê hazirin ku kesên wan bona hedef û armancên nezelal ên AKP li nav axa Sûriyê bêne kuştin ji wan pirsanin ku hîn bo wan bersivek nehatiye dayîn.

Helbet pêwîst e ev yeka jî ji bîr nebe ku hizûra eskerî ya Tirkiyê li nav axa Sûriyê, dê bibe sebeb ku kurdên Sûriyê û Tirkiyê bi hevra yekitî û hevgirtinek çê bikin û dê bona derbe lêdana li ewlehiya Tirkiyê dê bixebitin.

Niha eger êrişên PKK ser navçên curbicur ên Tirkiyê jî ser van babetan zêde bikin, ev yeka eşkera dibe ku xelkê Tirkiyê dê tawanên zave wekî ne êminî û kuştin û derbelêdana bi abûra vî welatî bidin ku ji ber siyasetên karbidestên Enqerê li ûrişa ser bakûra Sûriyê  ev rewşa çê dibe

Bi taybet tu garantiyek tune ev grûpên neyarê hikûmeta Şamê ku niha Tirkiye piştgiriya  wan dike, ji ber alûgorên nav Sûriyê, dê sibe bona Tirkiyê bi xwe jî wekî xeterê nebin.

her çend ku birek ji aliyên siyasî û bingehên nûçegihandinê, bi şik û guman berê xwe didin propagandeyên Enqerê yên dijî DAIŞ`ê û dibêje ku li dijî DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê şer dike , ji ber ku Tirkiyê heta vê dawiyê hema rasterast piştevaniya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê dikir û terorîst ji nav axa vî welatî diçûne nav axa Sûriyê yan birîndarên DAIŞ`ê li nav nexweşxanên Tirkiyê derman dibûn û li gor belgeyên ku Rûsiyayê belav kirin, Tirkiyê ji DAIŞ`ê nifta qaçax dikirî, heta girtina Cerablusê jî gelek şik û guman li bara pêwendiya Tirkiyê û DAIŞ`ê pêk anîne çûnku hêzên Tirkiyê bêyî ti berxwedanekê ji aliyê DAIŞ`ê ve bajarê Cerablusê dagîr kirin.

Her çi heye roja îro Enqere îdia dike ku tevlî hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê bûye.

Helbet eger ev îdiaya ji aliyê Tirkiyê bê qebûl kirin ku Tirkiye niha dijî DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê ketiye şêr, ev mesela nayê jibîr kirinê ku Enqere dê tawana piştevaniyên berê yên veşartî û eşkera yên xwe ji grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê dê bide ku parek ji van tawanan eva ye ku roja îro eskerên wan li nav Sûriyê têne kuştin û tankên wan jî têne îmhakirin.