Girtina siyasetmedarekî Komara Azerbaycanê bi tawana peywendiya tev Cemaeta Gulen
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i233878-girtina_siyasetmedarekî_komara_azerbaycanê_bi_tawana_peywendiya_tev_cemaeta_gulen
Siyasetmedarekî Komara Azerbaycanê ku neyarê dewleta vî welatî ye , bi tawana peywendiya tev darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15 Tîrmehê li Tirkiyê hate girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 23, 2016 17:00 Asia/Tehran
  • Girtina siyasetmedarekî Komara Azerbaycanê bi tawana peywendiya tev Cemaeta Gulen

Siyasetmedarekî Komara Azerbaycanê ku neyarê dewleta vî welatî ye , bi tawana peywendiya tev darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15 Tîrmehê li Tirkiyê hate girtin.

Dadgeheke bajarê Bakûyê paytexta Komara Azerbaycanê, hukmê zîndanîkirina sêmehî ya Faêq Emîrof endamekî derecebilind ê partiya neyarê dewleta Azerbaycanê, bi tawana ``Vêzariya mezhebî`` der xist.

Polîsê Bakûyê ragihand girtina Emîrof ji ber peywendiya wî tev Fethullah Gulen rêberê Cemaeta Xizmetê ya Tirkiyê bûye, ji ber ku Gulen ji aliyê dewleta Enqerê va tawanbarê sereke yê darbeya leşkerî li nav Tirkiyê ye û di destê Emîrof da gelek kitêbên Gulen hebûne.

Ya rast Komara Azerbaycanê li salên vê dûmahîkê peywendiyeke berfireh tev Tirkiyê hebûne û piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî li nav Tirkiyê, dewleta Komara Azerbaycanê bona ragihandina piştevaniya xwe ji dewleta AKP`ê li Tirkiyê, pêşiya xebata Cemaeta ser bi Gulen li vî welatî girt û berbend li ser riya alîgîrên Cemaeta ser bi Gulen çêkirin.

Her di vê çarçûvê da piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî li nav Tirkiyê, Komara Azerbaycanê pêşiya xebata rojnama ``Zeman a Azerbaycanê`` û malpera ``Zaman.az`` ku ji medyayên ser bi grûpa terorîst a Gulen bûn, girt û ew tetîl kirin.

Karbidestên Komara Azerbaycanê herwisa li Tîrmehê jî televizyoneke xusûsî ku dil hebû gotareke tam ji Fethullah Gulen belav bike, bi vê sebebê ku pêşiya kiryarên bitehrîk ku dikare li ser peywendiyên navbera Tirkiyê û Komara Azerbaycanê bandoreke xirab dayine, girt û ev televîzyona jî tetîl kir.

Vê dûmahîkê jî yanî li 19 Tebaxê jî karbidestên Komara Azerbaycanê 4 kes bi tawana peywendiya tev Fethullah Gulen girtin.

Dozgêriya giştî ya Komara Azerbaycanê ragihand ku van çar kesane ji îxtiyarên xwe li sîstema telekomê istifada nebaş kirine û gotinên telefonî û agehdariyên şexsî yên hinek kesan zeft kirine, loma ew hatine girtin.

Herwisa polîsê Komara Azerbaycanê ragihand ku li operasiyona geryana li malên van kesan hinek CD û kitêbên Gulen peyda bûne û herwisa birek belge hatine peydakirin ku nîşan didin van kesane tev Cemaeta Xizmetê bi rêberiya Gulen peywendî hebûne.

Nivîsgeha serokkomarê Azerbaycanê jî ragihand ku hemû endam û alîgîrên Cemaeta ser bi Fethullah Gulen li nav vî welatî dê bêne nasandinê.

Nivîsgeha serokkomarê Azerbaycanê herwisa roja şemiyê 20 Tebaxê ragihand ku ewna hemû endamên Cemaeta ser bi Gulen yan Nûrçiyan dê bidine nasandinê.

Piştî darbeya işkestxwarî ya leşkerî ya 15 Tîrmehê li Tirkiyê, Enqerê netenê ji Amerîkayê xwest ku Fethullah Gulen wekî sebebkarê sereke yê vê darbeyê bizivirîne Enqerê, belkî ji baylozên xwe yên li welatên misilman ên Rojhilata Navîn, Asiyaya Navendî û Qefqazê û welatên başûr û rojhilata Asiyayê jî xwest ku ji wan welatan bixwazin ku pêşiya xebata Cemaeta Gulen li van welatan bigrin.

Ji nav van hemû welatan heta niha tenê Komara Azerbaycanê bersiva vê xwesteka dewleta Enqerê da.

Hema di vê çarçêvê da Norûz Memedov alîkarê serokkomarê Azerbaycanê jî ragihand ku lêkolîna li ser nasandina kesên peywendîdar bi Cemaeta Gulen li nav vî welatî berdewam e û gor lêkolînan neyarên dewleta Komara Azerbaycanê tev Cemaeta Gulen peywendiya wan heye.

Rastî eva ye ku peywendiya navbera Cemaeta Gulen tev bereyên siyasî û çandî yên civata Komara Azerbaycanê dizvire salên berê, bi curekê ku di bihara sala 2014`an da piştî eşkerabûna peywendiya birek ji karbidestên Komara Azerbaycanê tev Cemaeta Gulen, hema kirîzeke yekşevî li vî welatî bi rê xist.

Hat ragihandin ku Fethullah Gulen bertîl daye hemû  karbidestên Komara Azerbaycanê yên ku gor hedef û armancên Cemaeta Gulen dixebitîn, Li gor vê belgeya eşkerabûyî, Fethullah Gulen rêberê Nûrçîlar bertîlên milyonî dane kesên ku li nav Komara Azerbaycanê li çarçêva hedef û armancên wî dixebitîn.

Li vê belgeyê, hejmara diravê ku Gulen wekî bertîl daye karbidestên Komara Azerbaycanê û welatên din, eşkera bû.

Wisa diyar e ku niha hevkariya tev Cemaeta ser bi Gulen bûye sebeb ku dewleta Komara Azerbaycanê neyarên xwe û şexsiyetên ku dewleta Bakûyê rexne dikin, bigire.

Li gorî belgeyên ku di sala 2014`an da eşkera bûn, gelek ji karbidestên dewleta Bakûyê û gelek ji neyarên dewleta Komara Azerbaycanê ji Cemaeta Gulen bertîl vergirtine.

Her di vê çarçêvê de dadgeha Komara Azerbaycanê hukmê zîndanîkirina sêmehî ya Faêq Emîrof cîgirê serokê partiya ``Bereya Xelq`` bi tawana peywendiya tev Fethullah Gulen da.

Li gorî vê siyasetê hitimal heye kesên ku hema berê jî tev Cemaeta Gulen pewendiya wan hebûye ji aliyê dewleta Komara Azerbaycanê va bêne girtin.