21`ê Tebaxê salvegera şewitandina Mizgevta Eqsayê bi destê sîyonîstan
21`ê Tebaxa sala 1969`ê, Mizgevta Eqsayê yekemîn qibleya misilmanan û sêyemîn warê pîroz li cehanê bi destê Mayik Rohan, sîyonîstê eslê xwe australîyayî, hat şewitandinê.
Di vê salê da, cinayeta Rêjîma Sîyonîst a li hemberî gelê Filistînê û nirxên pîroz ên islamî aşkira bû û piştî 47 salan hela jî ev fikra bi destê sîyonîstan û hevfikrên wan didome. Rêjîma Sîyonîst piştî cinayeta şewitandina Mizgevta Eqsayê, bajarê Qudsê di şerê şeşrojî yê sala 1967`ê da dagir kir. Bi dagirkirina vî bajarê dîrokî, sîyonîstan hertim hewl dan nîşanên islamî ji vî şarî û Mizgevta Eqsayê dûr bixin lê, bi berxwedana gelê Filistînê ra di çarçova serhildanên curbicur rûbirû bûn.
Girtina pêşîya derbasbûna filistînîyan nav Mizgevta Eqsayê, berfirekirina bajarokên sîyonîstnişîn bi merema guhertina nifûsa vî bajarê islamî li rex hewldana jibo cihanîna komploya parvekirina dem û cîyê sûdwergirtina ji yekemîn qibleya misilmanan, beşeke liv û tevgerên sîyonîstan li dewama dagirkerîya bi dû şewitandina Mizgevta Eqsayê ne. Dewra nû ya hewldanên Rêjîma Sîyonîst jibo nehêlana nîşan û şûnewarên islamî li Meçîta Eqsayê û jinavbirina wan ji dîrok û şaristanîyeta islamî bûye sedema pêkhatina serhildana gelê Qudsê ya sêyem. Li deverên curbicur ên bajarê dagirbûyî yê Qudsê û bajarên din ên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê ji 1`ê Cotmeha 2015`ê va berxwedan û serhildaneke gelanî li hemberî cinayetên Israîlê yên l idijî Mizgevta Eqsayê destpê bûye.
Intifaze ango serhildana Qudsê ku sîleheke kêrhatî li hemberî zêdexwazîyên sîyonîstan bûye, pêşîya komploya parvekirina sûdwergirtina ji Mizgevta Eqsayê ji hêla dem û cîyê va girtîye. Xirabkirina mizgevtên misilmanan û şûnewarên islamî li zatê rêjîma dagirker a Israîlê heye û tevî hebûna sazîyên navçeyî yên islamî û Sazîya Hevkarîya Islamî, vê rêjîmê hertim kîna xwe li hemberî nîşanên islamî zêde kirîye.
Sazîya Hevkarîya Islamî ku berî vîya ser navê Sazîya Konfiransa Islamî bi dû şewitandina Mizgevta Eqsayê di 25`ê Îlona sala 1969`ê da hat damezirandinê, nekarîye wek hêza pêşîlêgirtinê li hemberî rêjîma Israîlê kar bike. Helwest û sîyaseta lawaz û sist a Sazîya Hevkarîya Islamî û helwestên hin welatên ereb ên derveyî vê sazîyê, bûne sebeba çavsortirbûna Rêjîma Sîyonîst li warê xirabkirina mizgevtan û nehîştina nîşanên islamî.
Li gorî ragihandina Navenda Lêkolînên Warên Dagirbûyî ya Elxelîlê, Rêjîma Sîyonîst ji sala 1967`ê va zêde ji 48 mizgevt xirab kirine û agir berdaye wan. Liv û tevgerên Rêjîma Sîyonîst li dijî misilmanan roja îro tenê warên dagirbûyî yên Filistînê nagirin ber xwe belkî, li deverên din ên islamî jî mizgevt tên xirabkirinê û şûnewar û sembolên islamî û şaristanîyetê tên jinavbirinê.
Kiryarên kesên şûnewar û nîşanên islamî û mezhebî li deverên din ji wan li Sûrîye û Yemenê ji nav dibin, wek karên sîyonîstan in. Xirabkirina mizgevtan û warên mezhebî li Sûrîyê bi destê têrorîstên DAIŞ`ê û li Yemenê jî di encama êrişên balafirên şêrr ên Erebistanê, dewama hizra sîyonîstî ye ku ji alîyê DAIŞ`îyan û Siûdîyan va tê şopandinê. Jinavbirina şûnwar û nîşanên mezhebî û islamî li warên misilmanan rih û koka xwe ji hizra sîyonîsmê digire ku bi hegera helwest û sîyaseta lawaz a Sazîya Hevkarîya Islamî, ev hizra roja îro li Sûrîye, Yemen, Behrêyn û deverên din ên islamî bi destê kirêgirtîyên sîyonîstan tê şopandinê.