Bernamên nû yên dewleta Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i233290-bernamên_nû_yên_dewleta_iraqê
Dewleta nû ya Iraqê piştî gelek civînan, aqubet vê dawiyê civînek bi piraniya wezîran pêk anî û ragihand ku xebata dijî terorîzmê û dijî gendeliyê û bi serûberkirina bûdcê ji bernamên sereke yên vê dewletê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2016 14:05 Asia/Tehran
  • Bernamên nû yên dewleta Iraqê

Dewleta nû ya Iraqê piştî gelek civînan, aqubet vê dawiyê civînek bi piraniya wezîran pêk anî û ragihand ku xebata dijî terorîzmê û dijî gendeliyê û bi serûberkirina bûdcê ji bernamên sereke yên vê dewletê ne.

Van rojana rewşa nav Iraqê hestyar e, heta hestyartir û girîngtir ji dewrna şerê Amerîka dijî vî welatî li sala 2003.

Ji du salan berî niha ve yekparçetiya axa Iraqê zêde ji her dem û gaveke din ketiye ber talukê.

Terorîstên DAIŞ`ê,pişkek zav ji axa Iraqê dagîr kirine, vê grûpa terorîstî bo xwe dewletek pêk aniye û derheq xelkê van navçên ku xistiye bin destê xwe cinayetan dike. Ji ber van cinayetên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bi sedan hezar ji xelkê Iraqê ji malên xwe aware bûne, yan çûne parêzgehên din ên vî welatî ku di bin destê DAIŞ`ê da nînin û yan jî çûne derve ji vî welatî.

Her niha jî her rojê bi dehan kes ji xelkê Iraqê bi destê terorîstan têne kuştin yan jî birîndar dibin.

Ji aliyê din ve ji ber şer û pevçûna di navbera artêşa Iraqê tev grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û ji ber cinayetên nemirovane yên vê grûpê gelek ji jêravahiyên Iraqê kavil bûne û bi dehan hezar ji xelkê Iraqê sêwî û hêtîm bûne.

Bi berçav girtina vê wezyeta nexweş li nav Iraqê, dewleta Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî ji nîveka dudyan a sala 2015 xebatekî micid dijî terorîstên DAIŞ`ê destpê kir û ji ber vê xebatê parek pir ji parêzgeha El-Enbarê li rojavaya vî welatî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bû.

Niha jî ku dewleta Ebadî li halê amadekariyê ji bo azadiya bajarê Mûsilê wekî bajarê mezin ê Iraqê piştî Bexdayê ye ku li destê terorîstên DAIŞ`e ye, wî li despêka civîna xwe ya tev wezîrên nû destnîşan kir; Hemû axa Iraqê heta kutahiya îsal dê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bibe.

Planeke din a dewleta Ebadî sekinîna li hemberî gendeliya abûrî li nav vî welatî ye, ya rast , babeta sereke ku li sala bihurî bûye sebeb rewşa nav Iraqê aloz bibe û li dij xwenîşandan li vî welatî bi rê kevin, heman gendeliya abûrî ye.

Niha gendeliya abûrî ketiye nav gelek ji pişkên dewletî yên hikûmeta Iraqê.

Birek ji şexsiyetên iraqî bi danûstandinan û bi gendeliyê birek kompanî ser navê xwe qeyd kirine û hema bi navê van kompaniyan mal û daratiya Iraqê talan dikin û bo nimûne kompaniyên wan pişkdariya projeyên avedankariyê dikin û bi vê qirarê gelek ji diravê ku bona çêkirina van cure projên avedankariyê terxan didin, ser navê kompaniyan bi xwe hiltînin.

Herwisa birek ji van cure pirojan qet nayên avedankirinê lê ev şexsiyetên gendel bi mihana çêkirina wan pare ji dewleta Iraqê hildigirin.

Herwisa hinek ji saziyên dewletî li nav Iraqê mûçe didine hinek ji karmendên ku eva çend mehin ku li ser karê xwe nînin, helbet van babetên wiha gendel tenê li pişkin biçûk ji sîstema dewletî ya Iraqê heye û nabe ku mirov bêje para pirtire sîstema dewletî li nav Iraqê rastî gendeliyê hatiye.

Her ji ber van cure gendeliyan li nav Iraqê xelkê vî welatî û birek ji aliyên siyasî daxwaza xebata micid a dewletê bona jinavbirina vê gendeliyê dikin û li vê dûmahîkê bicaran meş û xwenîşandanên dijî gendeliya abûrî li nav sîstema îdarî li vî welatî birê ketiye lê ji ber berxwedana van alî yan kesên ku ji van gendeliyan xêrê verdigirin, heta niha dewleta Ebadî bi tamî nekariye gendeliyê li nav Iraqê jinav bibe û heta van kesên ku ji gendeliyan xêrê verdigirin li ser riya dewleta Bexdayê manê û berbendan çê dikin ta ku dewlet nekaribe li vê siyaseta xwe ya sekinîna li hemberî gendeliyê serkeve.

Hatiye ragihandin ku bernama nû ya dine dewleta nû ya Heyder Ebadî zelal kirina rewşa bûdca vî welatî ye.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihandiye ku pêşnivîsa bûdca 82 milyard dolarî ya sala 2017 a vî welatî amade ye û niha mesela girîng çawaniya parvekirina vê bûdcê li nav vî welatî ye ku pêwîste bi hesasiyet ev yeka were îcrakirinê.