Dewama rexneyên rayedarên Tirkiyê ji Ewropayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i233089-dewama_rexneyên_rayedarên_tirkiyê_ji_ewropayê
rexneya rayedarên dewleta Enqerê ji serokên ewropî li bara darbeya serneketiya artêşa Tirkiyê ya vê dawiyê hema wisa didome.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2016 14:25 Asia/Tehran
  • Dewama rexneyên rayedarên Tirkiyê ji Ewropayê

rexneya rayedarên dewleta Enqerê ji serokên ewropî li bara darbeya serneketiya artêşa Tirkiyê ya vê dawiyê hema wisa didome.

Li dewama vê pêvajoyê serokê parlimana Ewropayê, Ismaîl Qehreman li hevdîtina ligel balyozên nwelatên endama Yekîtiya Ewroapyê li Enqerê got: Ewropayê di dema darbeyê Tirkiyê bi tenê hişt. Li vî warî da rojnameya Huriyetê ji zarê Ismaîl Qehreman nivîsî: Yekîtiya Ewropayê dewsa ku li kêleka gelê Tirkiyêku  ji bo parastina nirxên xwe yên dîplomatîk hewil didan, bisekine, vebiajrt ku Tirkiyê bi tenê bihêle. Wî her viha idia kir: Mêdyayên ser bi welatên rojavayî di saetên destpê yên darbeya leşkerî ya serneketî ya artêşa Tirkiyê di 15`ê Tîrmeha 2016`an da nûçeyên pîs û nedirsut û bi nîşana alîgirane weşandin û vê yekê mixabiniyek li nav civata Tirkiyê pêk aniye. Li gorî idiaya vî rayedarê tirk, ragihandina rewşa awarte li vî welatî ji bo wêdadayîna her cûre gefa dijî dêmokrasî, azadî û mafên mirovan e. Vê gavê, rewşa awarte tu berbendek li ser riya jiyana asayiya gel pêk neaniye. Wî bi gotina viya ku helwêsta siyasetvanên ewropî li bara darbeya serneketiya artêşa Tirkiyê ne bes bûye, got: Ewropiyan nekarîn vê ezmûnê biserketî derbas bikin. JI ber viya nêrîna civata Tirekiyê li bara Ewropayê xerab bûye.

Rexneya serokê parlimana Tirkiyê ji Ewropayê di rewşûekê da ye ku berî viya jî raytedarên din ên tirk ji siyasetên welatên rojavayî rexne kiribûn.  Ji wan em dikarin  amaje bi gotinên meha pêş a wezîrê karên Yekîtiya Ewroapyê yê Tirkiyê bikin. Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Reuters`ê, Omer Çelîk, wezîrê karên Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyê ji hevpeymanên rojavayî yên Tirkiyê ji ebr neşandina nûnerekî bo Tirkiyê bi nîşana ragihandina hevgirtina ligel vî welatî piştî darbeya serneketiya artêşa Tirkiyê rexnen kir. Wî li hevpeyivîna ligel nûçegihanan li Enqerê got: Em matmayî ne ku hevpeymanên me ji bo seredana nTirkiyê heta niha ku hefteyek ji darbeyê derbas bûye, nehatine Tirkiyê. Çelîk di eynî demê da bi bîr xist: Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakûrî nasyar bi NATO`yê neçar  e ku ligel Tikriyê di şerê dijî DAIŞ`ê da li Sûriye û Iraqê hevahneg be.

Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxên jî pêştir ji viya tevî tawanbarkirina Yekîtiya Ewropayê bi sûcê berxwegirtina helwêsta `Bixerez` û `Alîgirane` li bara dewleta Enqerê idia kiribû ku berpirsên Yekîtiya Ewropayê li warê darbeya serneketiya artêşa Tirkiyê hin gotinan tînin zimên ku dijhev in. Li gorî idiaya Erdoxên ewna bi xerez û alîgirane tevdigerin û vê reftara xwe ya bi xerez dijî Tirkiyê didomînin.

Hêjayî goptinê ye ku piştî darbeya serneketiya artêşa Tirkiyê di 15`ê Tîrmeha 2016`an da  û opêrasiyona berfireh a paqijkirina dijberên dewleta Enqerê ji sazî û rêxistinêîn vî welatî , rayedarên ewropî bi caran hişiyarî dan Tirkiyê ku  ku xalên mafên mirovan li bara darbekaran berav bigire.

Serokomarê Tirkiyê heftiya buhurî jî careke din idia kir ku destê welatên rojavayî li darbeya serneketiya artêşa Tirkiyê hebûye. Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Associated Press`ê, Receb Teyib Erdoxan, serokoamrê Tiriiyê careke4 din welatên rojavayî bi idiaya piştgiriya ji darbeya serneketiya artêşa vî welatî di 15`ê Tîrmeha 2016`an da tawanbar kir. Erdoxên bêyî ku amaje bi navê vê desteya welatan bike, bi gotina  viya ku welatên rojavayî pişta têrorîsmê digirin û li kêleka têrorîstan sekinîne, her viha idia kir: Ew hêzên ku naxwazin Tirkiye welatekî hêzxurt li navçeyê, pişta darbekaran girtin.Serokomarê Tirkiyê idia kir: Hin hokarên ser bi welatên rojavayî li nav Tirkiyê hene; Lê sênaryoya vê darbeyê li derveyî Tirkiyê hatibû nivîsîn.