Gêreyên navxweyî li Tirkiyê û guhertina hin siyasetan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i232807-gêreyên_navxweyî_li_tirkiyê_û_guhertina_hin_siyasetan
Mehek ser darbeya neserketî ya Tirkiyê derbas dibe lê alûgurên siyasî û ewlehiyê tim ji ber kiryara eskerên tirk ketine ber bandor.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2016 14:31 Asia/Tehran
  • Gêreyên navxweyî li Tirkiyê û guhertina hin siyasetan

Mehek ser darbeya neserketî ya Tirkiyê derbas dibe lê alûgurên siyasî û ewlehiyê tim ji ber kiryara eskerên tirk ketine ber bandor.


Eşkerebûna  pirsgirêkên navxweyî, şopandina sebebkar û alîgirên  darbeyê, hewskirina darbekiran, derxistina  ji kar û şuxilên dewletî û eskerî ji wan buyerên navxweyî yên Tirkiyê li meheke buhurî bûne.

Li vê barê, Binalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê ragihand ku 81 hezar û 494 kedkar li prosa darbeya bêencam a vî welatî ji kar û postên xwe hatin derxistin.

Li gorî rapora  îro ya IRIB Newsê, Binaîlî Yildirim li bara pêvajoya hilkolandina  dosiya darbeya bêencam a 15 Tîrmehê li vî welatî got : Li vê dosiyê 76 hezar û 597 kes ji kedkarên dewletê bi awayekî demkî û 4 hezar û 897 kes jî  tam ji kar hatine derxistin ku zêdetirî 3 hezar kes ji wan esker û hinek ji wan jî dadwer û  dozger in.

Hejî gotinê ye  Fethullah Gulen rêberê menewî yê nûrçiyên  Tirkiyê  ji sala 1999an ve  li eyaleta Pênsîlwanyaya Emerîkayê jiyan dike.

 Serokwezîrê Tirkiyê her wiha hişyarî da: Ger Emerîka Gulen radestî me neke renge fikr û hizrên  li dijî emerîkî ya 79 milyonî yên gelê Tirkiyê dest bi dijminatiyê bikin.

Li vê barê rojnamên Tirkiyê ragihandine ku  daxûyaniyên  hatî weşandin ji aliyê Fethullah Gulen nîşan dide ku  bernama  darbeya  Tirkiyê planeke  40 salî bûye.

 Li gorî rapora  ISNAyê, riojnama Daily Sabah a Tirkiyê nivîsî: Li dosiya ku Omer Faroq Adîner, alîkarê dozgerê giştî yê welêt li navça Bakerkoyê jibo dozgerên revyayî ya tevgera Gulenîstanan hatiye ,  Zekerya Oz, Celal Kara, Mehmet Yûzgeç û Fethullah Gulen li bara  darbeyê axiftine ku  amadebûna wê çend salan dikêşe û pêdivî ye saziyên hîndekariyê li welêt werin  kontrolkirin .

Li gorî vê raporê, wer xûya dike Fethullah  Gulen li axiftinekê li Îzmîra Tirkiyê ku du meha  berî darbeya 12 Îlona sala 1980an cih hat, gotibû, ev tevgera destpê bûye. Lê ev kiryara tenê piştî 35 heya 40 salan dê bi dawî were jiberk u di rewşa niha  nikare sere xwe bigre. Gulen li vê axiftinê herwiha ji alîgirên xwe xwestibû ku jibo hemî xwendevanan ji lîseyê girtî heya zanîngehê, xewgehê ava bikin û wan li gorî armancên xwe perwerde bikin.

Dewleta Tirkiyê, Fethullah Gulen bi rêberiya darbeya neserketî tawanbar bûye û  îtirafên esferan û rayedarên  sivîl ên darbekir yên têkildarê tevgera Gulen ser beşdariya  vê tevgerê li darbeya 15 Tîrmerhê tekez dike.  Ew yek ji wan kesan e ku  li Tirkiyê li ber teqîbatê ye û Enqere hewl dide ku  bi hukma  girtina navneteweyî wî bigre.

Nivîsgeha dozgeriya Stembola Tirkiyê bi şandina nameyekê jibo rayedarên  emerîkî daxwaza girtina  Fethullah gulen kirine. Li gorî rapora Reutersê, wezarerta dadweriya Tirkiyê ev nameya gihandiye destê rayedarên emerîkî ku têde hatiye ragihandin ku dîzaynerê sereke yê darbeya  bêencam a 15 Tîrmehê li Tirkiyê Fethullah Gulen bûye. Kiryara darbeyê  hin siyasetên dewleta Enqerê lezgîntir kiriye.

 Wek mînak Neman Kûrtûlmûş alîkarê serokwezîrê Tirkiyê got : welatê wî hevcedarê artêşekê ye ku  li pey siyasetê nekeve. Li gorî rapora malpera Axarê, wî got: Tirkiye nikare bi vê artêşê bi pêşde here. Li gorî gotina  Kûrtûlmûş Tirkiye jibo pêkanîna artêşke ewiha  dê rewşê xweş bike û dê bighêje wê jî.

 Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî partiay Dad û Geşepêdanê, AKP li hember xelkê berpirsiayr da zanîn. Li gorî rapora îro ya Anadolûnewsê Erdogan ragihand: Piştî darbeya neseketî li vî welatî, AKP li hember xwsestekên  hemî xelkê berpirsiyar e. karzan dibêjin serokkomarê Tirkiyê bi îstifada ji vê rewşê hewl dide asta  bandor û kontrola AKP li cîvaka  vî welatî zêde bike.