Binpêkirina mafên mirovan li Amerîkayê
Dewleta Amerîkayê, dewsa şîreta li welatên din bila bi xwe mafên misilmanan li vî welatî de binpê neke û wan tiştên ku ji welatên din dixwaze bila bi xwe berî wan cih bîne.
Gotinê hanê berdevk û serokê navenda dîplomasiya giştî û medyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, anî ziman û îdiayên ku li rapora salane ya wezareta karên derve ya Amerîkayê li ser rewşa azadiya mezheban li Komara Îslamiya Îranê, hatine weşandin, nerast û nekêrhatî dan zanîn û ew red kirin.
Behram Qasimî, roja şemiyê, bal kişnand ser vê yekê ku naveroka vê rapora dijî Komara Îslamiya Îranê, îdiayên dubarebûyî û nerast û bêbelge ne ku li ser dijminatî û kîneyên siyasî, amade bûne û hatine weşandin û destnîşan kir: Komara Îslamiya Îranê, li gotî qanûna xwe ya bingehîn, mafên kêmîneyên mezhebî, bi fermî nas kiriye û hemû welatiyên îranî bona bi destxistina mafên xwe yên sereke li çarçoveya qanûnan, wekî hev in. Wî destnîşan kir: Li raporên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ku vê dawiyê hatiye weşandin, li ser binpêkirinên berfireh ên mafên kêmîneyên mezhebî yên li Amerîkayê û bi taybet misilmanan, hin nîgeranî hatine diyarkirin ku pêwîst e dewleta Amerîkayê, dewsa şîreta li welatên din, bila bala xwe bide xalên binpêkirina berbiçav a mafên misilmanên li vî welatî.
Raporên bi belge nîşan didin ku kiryarên dijî Îslamê û misilmanan li Amerîka û Ewrûpayê, zêde bûne û hemû rojê raporên zêdetir ji şidet û îhanet û bêhurmetiya li misilmanan, tên weşandin. Belki meriv bikaribe bûyerên van salên dawiyê li welatên rojavayê, beşa herî tarî ya binpêkirina mafên mirovan li wan welatan bizanibe. Raporên ku di vî warî de hatine weşandin, nîşan didin ku gellek ji welatên ewrûpî û Amerîka, ji hêla berçavnegirtina mafên mirovan û zêdbûna liv û tevgerên li dij Îslamê, li rewşa nebaş da ne. Îslamtirsî, bûye beşeka ji jiyana rojane bi taybet di nava ciwan û komên tundrê yên li welatên ewrûpî û Amerîkayê. Rapor nîşan didin ku li Ewrûpa, Amerîka û Kanadayê, îslamrtirsî û hewldanên dijî Îslamê û dijayetiya tev koçber û penaberan, bûye diyardeyek ku ji meriv re fukaran çêdike.
Roja îro meriv dikare şûn û şopa berbelavkirina fikrên xirabkarane yên dijî mirovan li welatên rojavayî bibîne ku li reftarên regezparêziyê dikevin ber çavan. ev fikr û ramana ji fikra seratirbûna nijadeke taybet li hemberî nijadên din li Amerîkayê û li hin welatên ewrûpî çavkaniyê digire, vêca em dibînin bandora fikrên dijî mirovaniyê li welatên ku îdia dikin mafên mirovan diparêzin, pirtir tê dîtin.
Li gorî amarên ku ji aliyê FBI`yê ve hatine ragihandin, her rojê li Amerîkayê, cermreşek bi destê cermsipiyan tê kuştin û heta mehkemekirina polîsên cermsipî yên ku cermreş kuştine jî ne wekî mehkemekirina cermreşan e.
Hin xalên din ên wekî nihêrînên dijî mirovahiyê yên amerîkiyan li hember cermreşan, îşkencedana zîndaniyan li Guantanamo û zîndana Ebû Xireyba li Iraqê, beşek ji karên nebaş ên Amerîkayê di warê mafên mirovan da ne. Ev hemû ji ber bandora nebaş a reftarên bidurûtî li hember mafên mirovan li welatên rojavayî ye ku dewekarên berevaniya ji mafên mirovan, li berbelavkirina wan gellekî bi bandor in. Lê belê Amerîka hîn îdia dike ku mafên mirovan diparêze û li welatên din jî şîretan dike ku mafên mirovan biparêzin, li halekê ku rastî nîşan didin ku reftara Amerîkayê li gorî kerameta mirovan û parastina mafên kêmîneyên olî nine, belki ev mijara jî bûye amûrek bona gihîştina li armancên siyasî yên Amerîkayê.