Serdana Zerîf ya Tirkîyê, kurt lê tijî û pirencam
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i232513-serdana_zerîf_ya_tirkîyê_kurt_lê_tijî_û_pirencam
Wezîrê karên derve yê Îranê serdana xwe ya yekrojî bo Tirkîyê kuta kir, serdanek ku kurt lê pirhasil bû, Zerîfi li vê serdanê bi hevtûşê xwe yê Trkîyê re hevdîtin pêk anî.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Tebax 13, 2016 15:08 Asia/Tehran
  • Serdana Zerîf ya Tirkîyê, kurt lê tijî û pirencam

Wezîrê karên derve yê Îranê serdana xwe ya yekrojî bo Tirkîyê kuta kir, serdanek ku kurt lê pirhasil bû, Zerîfi li vê serdanê bi hevtûşê xwe yê Trkîyê re hevdîtin pêk anî.

Zerîf roja înîyê dema giheşte Tirkîyê, li balafirgeha Enqerê li koma nûçegihanan bal kişand ser alûgurên vê dawîyê û nemaze derbeya serneketî ya 15 Tîrmehê li Tirkîyê û tevî şermezarkirina vê derbeyê ragihand ku vê derbeyê nîşan da ku nêrîna Komara Islamî ya Îranê li bara ewlehîya cînaran, nêrîneke rûvekî û li gorî demê nîne. Zerîfi got ku Îranê hema di sietên destpêkê da karê derbekaran li Tirkîyê şermezar kir ji ber ku em ser vê bawerê ne ku derbeyê ti şûnek li devera me tineye û kes nikare dengê gel û daxwaza wan bi kiryara komeke serbazî serkut bike.

Ev gotin nîşan didin ku Zerîf bi helwesteke jibo berjewendî û ewlehîya komkî çûye Enqerê û ser vî esasî li hevdîtina tev Mewlûd Çavûçoglu hevtûşê xwe yê tirk û her wiha Receb teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê li bara meseleyên navçê û navnetewî gotûbêj kir.

Peywendîyên Îran û Tirkîyê di van salên dawîyê da ku Rojhilata Navînê tûşî qeyranê bûye, pêrgî evraz û nişîvîyan bûne lê, her du alîyan nakokî û cidatîya nêrînên xwe kontrol kirine. Ev yeka bûye sebeb ku nêrîna her du alîyan li bara pirsgirêkan, seratir ji berjewendîxwazîya demkî be.  Çawan ku Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê pesna helwestên Têhranê li warê piştgirîya ji dewleta Trkîyê, got: Dema ku qet rewş zelal nebû (15`ê Trmehê da), wezîrê karên derve yê Îranê bi caran bi rîya têlêfonê piştgirîya xwe ji dewlet  û gelê Tirkîyê li hemberî derbekaran ragihand.

Li gorî van babetana, serdana Zerîfi bo Enqerê di rewşa niha da, li gorî nêrîna gellek çavdêr û analîzoran, di çaçrova civîna sêalî ya vê dawîyê ya Îran, Ûrsêt û Tirkîyê da hat nirxandin. Li gorî nêrîna van çavdêrana, ev welatana di rastîyê da aktorên girîng li navçê ne û hewce ye ku bi hevra gotûbêjê û hevkarîyê bikin. Loma heta heke nakokîyek jî di navbera wan da hebe, divê bi gotûbêjê bê safîkirinê.

Li bara alûgurên navçê jî divê mirov bêje ku niha her tişt ketîye ber bayê rewşa aloz a deverê. Çavê her kesî li alûgurên Sûrîye û Iraqê û sekinîna berfire li hemberî komên têrorîst e û her derê behsa hevkarîya di vê têkoşînê da dikin.

Wezîrê karên derve yê Tirkîyê hem di vê çarçovê da bihêzkirina hevkarîyên Îran û Tirkîyê di çarçov pêkanîna aştîya mayinde li Sûrîyê zanî û got: Têhrn û Enqere li bara parastina yekperçetîya axa Sûrîyê hevfikr in û dewama gotûbêjên her du welatan roleke erênî li pêkanîna agirbesa mayinde li Sûrîyê heye.

Di vî halî da piştî gotûbêja têlêfonî ya Hesen Rûhanî  serokê Komara Islamî ya Îranê ligel Receb teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê ku heftîya buhurî pêk hat, çavkanîyên nûçan ên ûris ragihandin ku diqewime Îran, Ûrsêt û Tirkîye jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê hevkarîyê bikin.

Balyozxana Ûrsêtê li Îranê jî pêncşem buhurî ragihand ku Mîxayîl Bogdanof alîkarê wezîrê karên derve yê Ûrsêtê jibo hilkolandina alûgurên herî dawîyê yên navçê nemaze qeyrana Sûrîyê yê roja duşem 15`ê Tebaxê serdana Têhranê bike.

Meseleya Sûrîyê niha di rêza yekem a hewldanên navçeyî da ye. Di çend rojên pêş da Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîkayê û Co Baydin alîkarê serokomarê vî welatî yê serdana Enqerê bikin. Di rewşeke wiha da nabe derfetên muzakirê ji dest bên dayînê. Îran hertim li ser pêkanîna istiqrarê li Sûrîyê sekinîye û roja îro jî ser vê bawerîya xwe ye lê tişta ku roja îro ferq kirîye eva ye ku niha her kes heta Amerîka dizanin ku divê li hemberî têrorîstan çi yên DAIŞ`ê çi yên Elnusrê têkoşînê bimeşînin.

Tirkîye jî ser vê bawerê ye ku divê hevkarîyên di vî warî da bên zêdekirinê.

Helbet ev guherîna helwesta Tirkîyê piştî tecrubeyên salên buhurî dihat payîn. Eyan e ku em niha alûgurên bingehîn li dosîya Sûrîyê û Rojhilata Navînê dibînin. Helbet hemî girê nehatine vekirinê û divê em bibînin ka yê liv û tevgerên xirab ên siûdîyan û berteka wan li hemberî alûgurên niha li deverê çi û çawan bin.