Sefera serokomarê Tirkiyê ya Rûsyayê
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh bi taximeke mezin ve sefera Rûsayê kir ku ji ber krîza berî viya ya pêwendiyên du welatan sefereke wiha dîrokî tê hesabê.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Senpeterzburgê bi serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin pêk anî ku piştî krîza pêwendiyên du welatan ya ji ber daxistina balafira rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, eva hevdîtina yekem e ku serokomarên du welatan pêk tînin.Pûtîn li despêka vê hevdîtinê de desnîşan kir ku asayîkirina pêwendiyên du welatan û xebata li dij terorîzmê û krîza Sûriyê ji wan mijaran in ku li hendîtina bi Erdogan re tên hilkolandin.
Pûtîn bal kişande ser vê yekê ku bûyera xistina balafira rûsî ji aliyê Tirkiyê ve li sala 2015 asta pêwendiyên du welatan guherand û niha em dixebitin pêwendî û hevkariyên xwe li gor berjiwendiyên neteweyî yên du welatan jorda bibin û zêde bikin.
Erdogan jî desnîşan kir ku hevkariya navbera Tirkiyê û Rûsyayê dibin sedema çareseriya gelek ji pirsgirêkên navçê.Piştî vê hevdîtinê serokomarê Rûsyayêbiryara Enqerê ji bo despêkirina cihanîna proja boriya gazê ya Turkish Sterîmê û cihanîna proja hêzgehên navokî ya Akoviyo pêgaveke erênî da zanîn. Erdogan jî lîsteyek ji mijarên hevkariyên du welatan raber kir û got ku Tirkiye dixwaze rê ji bo xebitandina sermaya stratejîk bona proja Akoviyoyê serast bibe û li vî warî de bi Rûsyayê re li hev kiriye. Li dewamê de Erdogan anî ziman ku welatê wî hez dike li warê pêşeya berevanî û leşkerî û berhemanîna sîstemên berevaniyê Rûsya hevkariya Tirkiyê bike.
Wer xuya dike ku rayedarên tirk ji ber şikestên mezin li warê siyaseta derve ya vî welatî li bara navçê, herwiha darbeya leşkerî ya bê encam li Tirkiyê niha pêhesyane ku siyaset û helwêstên xwe li bara pêwendiya bi welatên navçê re ber çavan derbas bikin. Helbet rayedarên Tirk bi taybet Erdogan ji ber pirsgirêkên mezin ku li warê aborî ji Tirkiyê re çêbibûn ku piraniya wan ji ber boykotên Rûsyayê li dij Enqerê û qutbûna hevkariyên du welatan pêk hatibûn, Erdogan berî darbeya leşkerî ya bêencam li Tirkiyê bi şandina nameyekê ji serokomarê Rûsyayê re ji ber daxistina balafira rûsî li Sûriyê daxwaza efû û bexişînê kiribû da ku pêwendiyên du welatan dîsa normal bibin. Pûtîn ji bo ku ev pêwendî û hevkariyana ji nû ve despê bikin xwestibû ku Tirkiyê bila ji Rûsyayê lêborînê bixwaze û xisara ji ber xistina balafira rûsî bicebirîne û sebebkarê vê xistinê jî mehkeme û siza bike, wer xuya dike zext û zora aborî ku ji Enqerê re çêbibû bû sedem ku Tirkiye van şertên Rûsyayê bipejirîne.
Piştî xistina balafira RÛsyayê vî welatî danûstandinên xwe yên ticarî tev Tirkiyê bi giştî qut kirin û nehêşt ku geştyarên rûsî sefera Tirkiyê bikin, her ji babeta neçûna geştyarên rûsî bo Tirkiyê bi tenê Enqerê heşt milyard dolar xisar dît. Gelek karzanan jî gotine ku ji ber qutbûna pêwendiyên aborî û ticarî di navbera du welatan û neçûna geştyarên rûsî bo Tirkiyê vî welatî zêde ji 18 milyard dolar xisar dîtin. Ev rewşa bû sedem ku Erdogan dev ji îsrara xwe ya nexwestina lêborînê ji Rûsyayê berde û hewlbide ku Rûsyayê qayil bike da ku dîsa pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re çêtir bike.
Projeya boriya gazê ya Turkish Strîmê ji rayedarên Tirk re pir girîng û bi sûd e, lewma qutbûna vê projê xisareke giran li wan xwest vêca wan hewldan bi her awayekî Rûsyayê razî bikin ku dîsa vegere ser vê projê, ev boriya dikare ji sedî 57 ji gaza Tirkiyê dabîn bike û ji bilî viya Tirkiye hêvîdar e ku ji vê boriyê gaza Rûsyayê bigihîne Ewropayê.
Rayedarên Tirk piştî despêbûna sefera Erdogan ya Rûsyayê ji bo ku welatên rojavayê nerazî nekin ragihandin ku ev sedana nayê vê wateyê ku Tirkiyê pişta xwe kiriye peymana NATO`yê û dev ji endambûna di nav Yekitiya Ewropayê berdaye, belkî ev sefera ji bo aştiya tev Rûsyayê pêk hatiye ku çend hefteyan berî darbeya leşkerî despê bûye.
Li vî halî de çêtirbûna pêwendiyên Tirkiyê tev Rûsyayê li rewşekê despê bûye ku pêwendiyên Tirkiyê tev welatên rojavayê bi taybet tev Amerîkayê aloz û tevlîhev bûne.