Serokkomarê Tirkiyê eşkere dewletên rojavayî rexne kirin
Serokkomarê Tirkiyê li bara sefera neliwextê ya Can Kêrî wezîrê karên derve yê Emerîkayê bo Enqerê piştî darbeya neserketî ya Tirkiyê nerazîbûna xwe da diyarkirin.
Receb Teyib Erdogan got ku ji ber sefera neliwextê ya wezîrê karên derve yê Emerîkayê bo Enqerê ku 45 rojan piştî darbeyê li vî welatî cih tê nerazî ye . Ev berteka serokomarê Tirkiyê li hember seferekê ye ku biryar e roja 24ê Tebaxê cih were. Lê rexna Erdogan ji dewletên rojava tenê nerazîbûna wî ji sefera neliwextê ya wezîrê karên derve yê Emerîkayê bo Tirkiyê nîne . Serokomarê Tirkiyê her wiha li gotinên xwe yên roja duşemê li 8 Tebaxê got ku welatên rojava li alûgurên vê dawiyê yên vî welatî ew tenê hiştin û eger Ewrûpa pêsparteyên xwe li hember Tirkiyê li bara rakirina vîzayê bo welatiyên Tirkiyê cih neyne ev welata dê hevhatina bi Ewrûpayê re li bara penaberan betal bike.
Ji aliyê din ve tê gotin ku Yekitiya Ewrûpayê piştî alûgorên vê dawiyê yên Tirkiyê ku hitmala rakirina îdamê li vî welatî xurt bibû, 72 şert jibo rakirina vîzayê bo welatiyên Tirkiyê kivş kiriye.
Yan Kilod Yonker serokê komîsyona Ewrûpayê roja buhurî bal kişand ser vê yekê ku gefên Tirkiyê li bara Ewrûpayê kêrhatî nînin û got: Ger Tirkiyê dixweze welatiyên wê bêyî vîza sefera Ewrûpayê bikin divê her 72 mercên navborî cih bîne. Gotinên ku bertekeke eşkere li hember gefa Ewrûpayê ji aliyê serokkomarê Tirkiyê tê hesabê ku Erdogan gotibû ger YE bi zûtirkê û destxwe vîzaya Şêngênê ji bo welatiyên Tirkiyê raneke parlemana Tirkiyê qanûnên li bara hevhatina koçberiyê napejirîne.
Rastî ew e ku Tirkiyê vê dawiyê li hevhatinnama bi Yekitiya Ewrûpayê re li bara wergirtina sê milyard ewroyê û rakirina vîzaya Şêngênê jibo welatiyên Tirkiyê li hember cihanîna 72 şertan û girtina pêşiya derbasbûna awareyan ji riya Tirkiyê bo Ewrûpayê li hev kiribûn. Hemî nerazîbûna Tirkiyê ji rojava helbet li piştrastnebûna reftara dewleta Enqerê piştî darbeya neserketî tê nirxandin. Bitaybet ku serokkomarê Tirkiyê li rexneya xwe ya eşkere ji berteka Waşengtonê û rayedarên welatên ewrûpî li hember darbeya bêencam gotiye ku rojava xelkê Tirkiyê tenê hiştiye . Lê hemî rexna Tirkiyê ji rojava tenê li gotinên serokkomarê Tirkiyê tewa nabe. Nerazîbûna Tirkiyê ji rojava dikarin li lezketina Enqerê li dxawaza lêborînê ji Rûsiyê jibo vejiyandina peywendiyên tev Moskowayê piştî sernixûnkirina balefira cengê ya Tirkiyê û sefera wî bo Rûsiyê binirxînin.
Her wiha pêvajoya vejiyandina peywendiyên Tirkiyê û Rûsiyê li çarçêva dilmayîn û nerazîbûna Tirkiyê li hember refata rojava li hember alugurên vî welatî bitaybet darbeya vê dawiyê ya vî welatî binixînin.
Tekezkirina Erdogan ser rola bingehîn a Rûsiyê jibo hevhatian aşitiyê li Sûriyê û îmakan çareserkirina qeyrana Sûriyê bi alîkariya kiryara hevpar a Rûsiyê û Tirkiyê li vê çarçêvê tê hiljkolandin.
Tirkiye endamê grûpa welatên li dijî Sûriyê bi pêşengiya Emerîkayê piştî heşt mehan rawestana muzakirên bi Rûsiyê re li bara Sûriyê êvara duşemê jibo cara yekê bi Rûsiyê re hevpeymanê eskerî û siyasî yê Şamê muzakire kir.
Mîxayîl Bogdanov alîkarê wezîrê karên derve û nunerê serokkomarê Rûsiyê li karûbarên Rojhilata Navîn tev Omîd Yalçîn hevtayê xwe yê tirk li Moskowayê rewşa Sûriyê da ber nîqaşê. Li van muzakiran ku rojek berî sefera Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bo Rûsiyê jibo muzakira tev Vladîmîr Putîn serokkomarê vî welatî cih hat, rewşa Sûriyê û pêvajoya gotûbêjên çareserkirina qeyrana siyasî ya vî welatî hat hilkolandin.
Wezareta karên derve ya Rûsiyê jî ragihand ku her du alî li vê hevdîtinê ser amadetiya wezareat derve ya Rûsiyê û Tirkiyê jibo zêdekirina hevkariayn û guhestina lêzanînan bi armanca çareserkirina qeyrana Sûriyê li hev kirin. Vê pêvajoyê dikarin li qedrzaniay Erdogan ji ragihandina piştgiriya Putîn ji Tirkiyê piştî darbeya neserketî ya vî wlatî heya pêşniyara hevkariya hevpar a Enqerê û Moskowayê jibo çareserkirina qeyranên navçeyî de bibînin. Rewşên ku nîşana guhertina nihêrîna dîplomatîk a Enqerê ji hevkariya bi rojava bi hevkariya bi Moskowayê ye.