Xetîbzade: Bi sedan belgeyên navdewletî têkildarî terorên nû hatine amadekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359830-xetîbzade_bi_sedan_belgeyên_navdewletî_têkildarî_terorên_nû_hatine_amadekirin
Serokê Navenda Lêkolînên Sîyasî u Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî ser berpirsyarîya dewletê ya parastina ewlehîya netewî kir u got ku bi sedan belgeyên navdewletî têkildarî terorên vê dawîyê hatine amadekirin.
(last modified 2026-08-24T12:09:18+00:00 )
Tebax 23, 2026 15:18 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Bi sedan belgeyên navdewletî têkildarî terorên nû hatine amadekirin

Serokê Navenda Lêkolînên Sîyasî u Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî ser berpirsyarîya dewletê ya parastina ewlehîya netewî kir u got ku bi sedan belgeyên navdewletî têkildarî terorên vê dawîyê hatine amadekirin.

Se`îd Xetîbzade Serokê Navenda Lêkolînên Sîyasî u Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê li rex merasima ``roja cîhanî ya bibîranîna gorîyên terorîsmê`` di bersiva nûçegîhanan da got: Ez ji hêla dîplomasî u têkilîyên navdewletî va ji gelê mezin ê Îranê ra dibêjim ku dewlet u hikûmeta Komara Islamî ya Îranê parastina hemî berjewendîyan u ewlehîya netewî erka xwe ya sereek dizane. Bêyî berçavgirtina vê yekê ku dijminên me çi karekî rezîl dijî gelê me bikin, dewleta xizmetguzar û birêz Pizişkîyan dê hemî şîyana xwe seferber bikin bi hevrêtîya meclisê u Dezgeha Dadê, boykotên dijî gelê me pûç bikin. Wî herwiah got: Lê cinayeta ku dijmin dikin, encama têkçûna wan di qonaxa berê ya şêrr da ye. Ew, bi salan e ku hewil didin zorê bixin ser gelê Îranê û mixabin ji dubarekirina rêbazên kêrnehatî yên xwe li medyayên navdewletî jî natirsin. Heta bi aşkirayî dibêjin ku boykotan disepînin ji bo ku şîyana berxwedana gelê Îranên bi dawî bînin ta ku ew gela serî rake, lê em di têkoşîneke dîrokî, netewî, niştîmanî, şoreşgêrane u islamî da ne u di vê têkoşînê da, bi hezkirina Xwedê dê serketin a wan kesan be ku ber xwe didin. Bê guman em ê di vê têkoşînê da fenanî berê serkevtî bibin.