Atmosfera mezargeha Şehîdên Kirmanê li salroja şehadeta Serdarê Dilan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i357758-atmosfera_mezargeha_Şehîdên_kirmanê_li_salroja_şehadeta_serdarê_dilan
Di şeşemîn salvegera şehadeta Hecî Qasim Silêmanî de, mezargeha Şehîdên Kirmanê atmosferek din peyda kiriye û bûye mazûvanê ziyaretkerên navxweyî û biyanî .
(last modified 2026-01-02T11:53:32+00:00 )
Çile 02, 2026 14:46 Asia/Tehran
  • Atmosfera mezargeha Şehîdên Kirmanê li salroja şehadeta Serdarê Dilan

Di şeşemîn salvegera şehadeta Hecî Qasim Silêmanî de, mezargeha Şehîdên Kirmanê atmosferek din peyda kiriye û bûye mazûvanê ziyaretkerên navxweyî û biyanî .

Terîq Ul-Şuhedaya  Kirmanê van rojana berebrê şeşemîn salvegera şehadeta serdarê dilan  bûye mazûvanê komek ziyaretker û evîndarên Hecî Qasim Silêmanî û atmosferek menewî û  hogiriyeke taybetî li  vê rêyê de heye û coş û evîna xizmetê li hemî derên  bajarê Kirmanê cardinê vejiyaye û paytexta berxwedana cîhana Îslamî amade ye ku mazûvaniya ziyaretkerên serdarê dilan bike.

Berpirsên lidarxistian vê merasimê ragehandine jibo lidarxstin merasima şeşemîn salvegera şehadeta Serdarê dilan  plan û bername hatine kirin ji ber ku bajarê  Kirmanê di van rojan de ne tenê mazûvaniya bi mîlyonan ziyaretker û evîndarên Hecî Qasim dike,belkû dibe dilê gerim ê  tevgereke cîhanî ku evîna ji bo Silêmanî nîşan dide.