Îran: Êrişên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê tên şermezar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i355396-Îran_Êrişên_rejîma_siyonîst_ser_sûriyê_tên_şermezar_kirin
Balyoz û nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li NY got ku rejîma Siyonîst tu carî li himber binpêkirinên berdewam û sîstematîk ên qanûnên navneteweyî bi ti dûhatekî re rûbirû nebûye û bi parêzbendiya tevav destdirêjiyên xwe berdewam dike.
(last modified 2025-07-18T11:37:35+00:00 )
Tîrmeh 18, 2025 15:02 Asia/Tehran
  • Îran: Êrişên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê tên şermezar kirin

Balyoz û nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li NY got ku rejîma Siyonîst tu carî li himber binpêkirinên berdewam û sîstematîk ên qanûnên navneteweyî bi ti dûhatekî re rûbirû nebûye û bi parêzbendiya tevav destdirêjiyên xwe berdewam dike.

Emîr Seîd Îrevanî, balyoz û nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li NY di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY de ser mijara: Rewşa Rojhilata Navîn (Sûriye) tekez kir: Êrişên li dijî Sûriyê encama rasterast a bêdengiya Konseya Ewlehiyê û lawaziya civaka navneteweyî ji bo girtina tedbîrên pêşîlêgirtinê ne.

Balyoz û nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li NY her wiha got: Rejîma Siyonîst  tu carî ji ber binpêkirinên berdewam û sîstematîk ên qanûnên navneteweyî rastî tu encamekê nehatiye û destdirêjiyên xwe bi parzêbendiyeke temam berdewam dike .