Beqayî: Dorpêça Xezzê ya ji hêla xwerinê ve, dijî mirovantiyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354528-beqayî_dorpêça_xezzê_ya_ji_hêla_xwerinê_ve_dijî_mirovantiyê_ye
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, êrişa bi xwefiran a Rejîma Siyonîst ser Gemiya Wijdanê ku di avên navntewî yên perravên Maltê de alîkariyên mirovdostane û xwerinê ber bi Zîvala Xezzê ve dibir, bi tundî şermezar kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
May 04, 2025 15:20 Asia/Tehran
  • Beqayî: Dorpêça Xezzê ya ji hêla xwerinê ve, dijî mirovantiyê ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, êrişa bi xwefiran a Rejîma Siyonîst ser Gemiya Wijdanê ku di avên navntewî yên perravên Maltê de alîkariyên mirovdostane û xwerinê ber bi Zîvala Xezzê ve dibir, bi tundî şermezar kir.

Îsmaîl Beqayî amajeyî dewama jînûsayda li Zîvala Xezzê bi bombebaranê û sepandina xela û birçîtiyê ser xelkê vê zîvalê kir û destnîşan kir: Êrişa ser Gemiya Wîjdanê ku di dewama pilana jînûsayd û jinavbirina xelkê Filistînê û bi armanca dilniyabûna ji dewama dorpêça ji hêla xwerin û dermanan ve ya xelkê bêsûc a Xezzê pêk hatiye, cinayeteka aşkera dijî xelkê Filistînê û karekî terorîstî dijî ewlehiya deryavaniyê ye. Beqayî bi şirîkzanîna Amerîkayê û piştgirên din ên Rejîma Siyonîst di van cinayetan de ji civaka cîhanî û welatên îslamî dixweze jibilî şermezarkirina webirr a Rejîma Siytonîst, rê ji bo bidawîanîna bêcezamayîna rayedarên vê rejîmê û muhakime û cezakirina wan xweş bike.