Weideya Sadiqê -1 mezintirîn operasyona bi xwefiran a cîhanê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354262-weideya_sadiqê_1_mezintirîn_operasyona_bi_xwefiran_a_cîhanê_bû
Berdevkê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê got: Weideya Sadeq -1 nîşana destpêşxerî û şiyana Îranê bo derbelêdana li dijminê siyonîst bû.
(last modified 2025-04-16T11:51:45+00:00 )
Nîsan 16, 2025 13:11 Asia/Tehran
  • Weideya Sadiqê -1 mezintirîn operasyona bi xwefiran a cîhanê bû

Berdevkê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê got: Weideya Sadeq -1 nîşana destpêşxerî û şiyana Îranê bo derbelêdana li dijminê siyonîst bû.

Serleşker Elî Muhemed Nayînî di yekemîn salvegera operasiyona bi hêz û  stratejîk a Weideya Sadiq-1 de got: Weideya Sadiq -1 xemsariya hêzên çekdar ên Îranê li hember zextên siyasî yên eşkere û nepenî yên alîgirên Rejîma Siyonîst ji bo girtina pêşiya hemû çavdêrên navxweyî û biyanî, serbixwetî û serbilindiya hêzên çekdar  ên Îranê nîşan da. 

Serleşker Elî Muhammed Nayînî derbarê  ber û layên din ên peyamên operasiyona Weideya Sadiq-1 ê got:  Pesindayîna netewên Îslamî û komên berxwedanê derbarê hêzên çekdar ên Îranê û pêkanîna hêviyê li nav gelê berxwedêr ê Filistîn û gelê mezlûm ê Xezzeyê  ji bereketên civakî yên  Weideya Sadiqê1 bû û dewama berxwedan û daxwaza tunekirina Îsraîlê nasnameya olî ya navçeyê nîşan da.