Iraqçî: Muzakireyên li Mesqetê ceribandinek derheq ciddîbûna Amerîkayê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354159-iraqçî_muzakireyên_li_mesqetê_ceribandinek_derheq_ciddîbûna_amerîkayê_ne
Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir tenha mijara gotûbêja di navbera Îran û Amerîkayê da, meseleya navokî û rakirina boykotan e.
(last modified 2025-04-09T11:30:18+00:00 )
Nîsan 09, 2025 12:00 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Muzakireyên li Mesqetê ceribandinek derheq ciddîbûna Amerîkayê ne

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir tenha mijara gotûbêja di navbera Îran û Amerîkayê da, meseleya navokî û rakirina boykotan e.

Seyîd Ebbas Iraqçî di civîneke digel zanyar û çalakên medyayî yên Cezayirê da amajeyî sîyaset û helwesta zelal û berpirsane ya Îranê di bernama navokî da û rabhorîya vekişîna neqanûnî ya Amerîkayê ji Rêkevtinameya Navokî kir û got: Muzakireyên bê li Mesqetê derfetek ji bo kivşkirina ciddîbûna Amerîkayê di vegera ser dîplomasîyê da ne.

Iraqçî herwiha ji ber piştgirîya welatên rojavayî ji Rejîma Sîyonîst rexne kir û destdirêjîyên berdewam ên vê rejîmê ser Filistîn, Libnan, Sûrîye û Yemenê şermezar kir û pêgirî ser pêwîstîya yekitîya umeta islamê ji bo sekinîna himberî zêdexwazî û jînosaydê kir.

Wî herwiha piştgirîya ji berxwedana gelên Filistîn û Libnanê erkeke exlaqî û hiqûqî ji bo hemî dewletan zanî.