Îran di bin zext û gefê da muzakirê nake
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353446-Îran_di_bin_zext_û_gefê_da_muzakirê_nake
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, zexta herî zêde qet bandor li Îranê nekirîye û biryarnameyên dijî Îranê jî bi kêr nehatine.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 18, 2025 13:20 Asia/Tehran
  • Îran di bin zext û gefê da muzakirê nake

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, zexta herî zêde qet bandor li Îranê nekirîye û biryarnameyên dijî Îranê jî bi kêr nehatine.

Seyîd Ebas Iraqçî got: Eger bi xelkê Îranê re bi zimanê kerametê were axiftin hema bi wî zimanî jî dê bersiva wan were dayîn. Em ê di bin gefan de gotûbêj nekin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser axiftinên Girûsî got: Em bi Girûsî re di halê şêwirînê da ne. Konseya Hikimdaran a Ajansê ji wî xwestiye raporeka giştalî bide û ev kara giran û zehmet e. Ez hêvîdar im Ajans ji rêya xwe ya teknîkî dernekeve.