Îran hîna jî sozdarê sekinîna li hember terorîsmê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353142-Îran_hîna_jî_sozdarê_sekinîna_li_hember_terorîsmê_ye
Nûnerê îranê li NY li ser berdewbûna Têhranê li ser sekinîna li hember terorîsmê û belavkirina aştiyê pêgîrî kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 28, 2025 14:45 Asia/Tehran
  • Îran hîna jî sozdarê sekinîna li hember terorîsmê ye

Nûnerê îranê li NY li ser berdewbûna Têhranê li ser sekinîna li hember terorîsmê û belavkirina aştiyê pêgîrî kir.

Emîrseîd Îrewanî di nameyekî da bo Konseya Ewlehiyê li ser cinayetên koma terorîst a Minafiqan de herwiha got: Divê civaka navnetewî êşa kûr a xelkê Îranê li bi dehekan dijminatî û terorîsmê de bi fermî nas bike. Îrewanî got, Îran ne tenê di warê sekinîna li hember terorsmê de, pêşeng e, belke wekî yek ji goriyên herî sereke yên terorîsmê piştî Şoreşa Îslamî ya di sala 1979`an de, berdêlên giran dane. 

Îrewanî herweiha got: Ji destpêka Şoreşa Îslamî ve, Îran bûye şahidê karên bêrawestan ên teror, xirabkarî û destdirêjiyê ku ji aliyê komên terorîst û bi piştgîriya aktorên derveyî hatibû amadekirin û cihanîn û heta nika nêzî 23 hezar îraniyên bêsûc ji wan jin û zarok di encama van karên xirab ên terorîstî de jiyana xwe ji dest dane.