Daxuyaniya hevpar a Îran, Rûsya û Tirkiyê derbarê mijarên herêmî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352101-daxuyaniya_hevpar_a_Îran_rûsya_û_tirkiyê_derbarê_mijarên_herêmî
Îran, Rûsiye û Tirkiyê li daxûyaniyeke hevpar de cinayetên siyonîstan li dijî filistîniyan li zîvala Xezzeyê û êrişên Rejîma dagirker ser Lubnan û Sûriyê şermezar kirin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tesrîn 12, 2024 14:24 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya hevpar a Îran, Rûsya û Tirkiyê derbarê mijarên herêmî

Îran, Rûsiye û Tirkiyê li daxûyaniyeke hevpar de cinayetên siyonîstan li dijî filistîniyan li zîvala Xezzeyê û êrişên Rejîma dagirker ser Lubnan û Sûriyê şermezar kirin.

 Îran, Rûsiye û Tirkiyê îro di  çarçoveya muzakireyên Astanê derbarê Sûriyê de daxûyaniyek hevbeş bona şermezarkirijna kiryarên hovane yên Rejîma Siyonîst li navça rojavaya Asyayê  belav kirin û ew weke binpêkirina yasayên navneteweyî wesif kirin.

Îran, Rûsiye û Tirkiyê di daxûyaniyên xwe de, jînosayda Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û destdirêjiyên wê ser Lubnan û Rexê Rojava şermezar kirin û daxwaza agirbesê kirin. Wan her wiha  hemû êrişên leşkerî yên rêjîma dagirker li Sûriyê şermezar kirin û ev kiryar wek binpêkirina yasayên navdewletî dan zanîn û ser girîngiya berdewamiya hewldanên ji bo asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê tekez kirin.