Welîehdê Erebistanê pîrozbahî li Pizişkîyan kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i349615-welîehdê_erebistanê_pîrozbahî_li_pizişkîyan_kir
Welîehdê Erebistana Seûdî hilbijartina Mesûd Pizişkîyan wek Serokkomarê Îranê li wî pîroz kir.
(last modified 2024-07-17T11:23:22+00:00 )
Tîrmeh 17, 2024 14:52 Asia/Tehran
  • Welîehdê Erebistanê pîrozbahî li Pizişkîyan kir

Welîehdê Erebistana Seûdî hilbijartina Mesûd Pizişkîyan wek Serokkomarê Îranê li wî pîroz kir.

Li gorî rapora IRNA'yê, Mihemed Bin Selman Welîehdê Erebistanê di têkiliya telefonî digel Mesûd Pizişkîyan Serokkomarê Hilbijartî yê Îranê tevî pîrozkirina serkeftina wî di Hilbijartina Serokkomariyê da, kêfxweşiya xwe ji xurtbûna pêwendiyên du welatan di beşên cûrbicûr da diyar kir û teqezî li ser xurtkirina zêdetir a van pêwendiyan kir.

Welîehdê Erebistanê pêştir jî di peyama xwe bo Pizişkîyan serkeftina wî di Hilbijartina Serokkomariyê da pîroz kiribû.