1500 cûre berhemên teknolojîk li Pêşangeha IRAN EXPOyê hatin raberkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i347923-1500_cûre_berhemên_teknolojîk_li_pêşangeha_iran_expoyê_hatin_raberkirin
Rêxistina Pêşxistina Hevkariyên Zanistî û Teknolojîya Navneteweyî ya Cîgirtiya Zanistî, Teknolojî û Abora Zanist-Bingeh a Serokkomartiya Îranê hevdem diogel lidarxistina Pêşangeha IRAN EXPO-2024ê li Mala Dahênerî û Teknolojiyêya Îranê şiyanên hinardekirinê yên dahênerên bijare yên welêt di warên cûrbicûr da nîşan da ku ev yek bû sebeba vebûna deriyekî mezin ê hinardekirinê li ser kompaniyên zanist-bingeh.
(last modified 2024-05-01T12:48:38+00:00 )
May 01, 2024 16:16 Asia/Tehran
  • 1500 cûre berhemên teknolojîk li Pêşangeha IRAN EXPOyê hatin raberkirin

Rêxistina Pêşxistina Hevkariyên Zanistî û Teknolojîya Navneteweyî ya Cîgirtiya Zanistî, Teknolojî û Abora Zanist-Bingeh a Serokkomartiya Îranê hevdem diogel lidarxistina Pêşangeha IRAN EXPO-2024ê li Mala Dahênerî û Teknolojiyêya Îranê şiyanên hinardekirinê yên dahênerên bijare yên welêt di warên cûrbicûr da nîşan da ku ev yek bû sebeba vebûna deriyekî mezin ê hinardekirinê li ser kompaniyên zanist-bingeh.

Li gorî rapora ISNA'yê, Emîrhisên Mîr-Abadî Serokê Rêxistina Pêşxistina Hevkariyên Zanistî û Teknolojîya Navneteweyî ya Cîgirtiya Zanistî, Teknolojî û Abora Zanist-Bingeh a Serokkomartiya Îranê got: Di van çend rojan da rûdana herî girîng û mezin a hinardekirinê ya Komara Îslamî ya Îranê li Pêşangeha Şiyanên Hinardekirinê (IRAN EXPO) hat lidarxistin. Armanca sereke ya pêşangehê danasîn û nîşandana destkeft û berhemên herî dawî yên Îranî ji bo aliyên derveyî ye.

Wî got: Li vê pêşangehê 700 kompaniyên zanist-bingeh bi şiyana hinardekirinê, destkeftên xwe yên zanistî û teknolojîk nîşan dan.

Mîr-Abadî her wiha got: Li pêşangeha IRAN EXPOyê ya îsal hezar û 500 berhemên teknolojîk ên ji warên cûrbicûr hatine nîşandan.