Mijdar 02, 2023 16:49 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê:Rewşa îro yên Filistînê dilê hemû gel û misilmanan diêşîne

Ayetullah Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê KOmara Îslamî ya Îranê îro jibo hevdîtina bi xelkê Sineyê re çû meydana Azadiyê ya vî bajarî û ji aliyê xelkê vî bajarî ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Seyîd Îbrahîm Reyîsî serokê Komara îslamî Îranê roja  îro bona hevdîtina bi xelkê Sineyê re çû meydana  Azadiyê ya vî bajarî û ji aliyê xelkê vî bajarî ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Seyîd Îbrahîm Reîsî dema gihêşt nav xelkê parêzgeha Kurdistanê, got: Em îro  rewşekê derbas dikin ku  bo we  û hemî misilmana diltezîn e. Rewşa ku dijminên Îslamê anîne serê gelê Xezzeyê, xelkê ku dixwazin  berevaniyê ji mal û warê xwe bikin û di vê rêyê de berxwedan û rawestin hilbijartin.

Serokê Komara Îslamî ya ÎranêHer wiha bal kişand ser vê yekê ku îro cîhan pêhesiyaye ku amerîkî sebebkarê vê cinayetê li Filistînê ne, û dewekarên mafên mirovan, bi xwe mafên mirovan binpê dikin û got: Komara Îslamî ya bi bereketa xwîna şehîdan û  rênimayiyên îmamê ummetê û rêberê jîr êşoreşa islamî, bi salan e vê meselê diqîrîne ku Rejîma talanker a Siyonîst mafên mirovan binpê dike, û Cîhan bi rastiya Komara Îslamî  û berheqbûna wê hesiyaye. 

Ayetullah Reyîsî wiha berdewam kir:

Xelkê hişyar û têgihîştî yê Kurdistanê, pêşmergeyên kurd ên misilman û mêr û jinên eqîn û leheng ên vê deverê  li hember dirûşmên pûç ên  kesên cudayîxwaz û dijberan rawestane  û dê rawestin jî. 

Ayetullah Seyîd Îbrahîm Rayîsî didewama sefera xwe de li Mizgefta Cami ya Sineyê bi alim û rohaniyên  Kurdistanê rehevdîtin pêk anî  û wiha got:

Dijmin dixwest bi girêdana  hemû amûrankarekî bike ku em di warê aborî de bikevin tengasiyê, lê îro hilberandin bi curekê ye ku me hevsengiyeke bazirganî  ya erênî heye. Reîsî axaftina xwe  de her wiha got:

Bi hemî astengiyên dijminan di warê siyasî, aborî, civakî û çandî de,  pêk tînin,  xelk alîgir û dilsozê nizam û şoreşê ne  û eva  berpirsiyariyê tîne. 

 Wî got: Gel li himber fitneyên ku par bi rê ket, rawestan û dijmin bêhêvî kirin.

Serokê Komara îslamî ya Îranê  di destpêka sefera xwe ya bo vê parêzgehê de, ewilî beşdarê merasima destpêkirina xebata  rêya hesinî ya Sine-Hemedanê kir û  û ev piroje bi destê ayetullah Reîsî bi fermî hat destpêkirin.

 Bi behrewergirtina ji projeya Riya hesin a Hemêdan-Sineyê bi beşdariya Serokê KOmara Îslamî ya Îranê, parêzgeha Kurdistanê jî wek 24 emîn parêzgeh, tevlî şebekeya riya hesin a  welêt bû. 

 

Serepeyv