Îlon 29, 2023 07:52 Asia/Tehran
  • Peyama Rêberê Giranqedr ; Înqilabê bi boneya heftiya berevaniya pîroz û roja rêzgirtina ji şehîd û îsargeran

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li peyamekê bi boneya heftiya berevaniya pîroz û roja rêzgirtina ji şehîd û îsargeran, teqez kir: Divê em peyama şehîdan bi awayekî rast bibihîzin û wê ji bo baştirkirina vê dinyayê û ariretê bi kar bînin.

Di peyama Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî ya Îranê, bi boneya heftiya berevaniya pîroz û roja rêzgirtina ji şehîd û îsargeran li roja pêncşemiyê  ku ji aliyê Hucetul Îslam Remzan Elî Mûsewî Muqadem, Nûnerê weliyê feqîh li Saziya Şehîdan  û Karûbarên îsargeran ve li Golzara  Şuhedayê Beheşt Zehra ya Tehranê  hat xwendin, de hatiye: Şehîd weke stêrkên rênîşander in; mînakên nemir ji bo me hemûyan û nifşên piştî  me ne; Reftara wan ders e; Armancên wan  hikmet  in.

Di berdewamiya peyama rêberê qedirgiran ê inqilabê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin: Pêwîst e em peyama wan (şehîdan) rast bibihîzin û ji bo avedankirina dinya û axiretê li hemû serdem û nifşan bikar bînin.

Artêşa destdirêjkar a rejîma Seddam (dîktatorê îdamkirî yê Iraqê) di Îlona 1980’an de, bi  vê fikrê ku wê di nava hefteyekê de Tehranê feth bike, bi bikaranîna her cure çekan dest bi êrişeke mezin li ser Îranê kir.

31  Rezberê di salnameya Îranê de destpêka hefteya berevaniya pîroz e.

 

منبع خبر

Serepeyv