Tebax 18, 2023 10:49 Asia/Tehran
  • Çîn bo berfirehkirina hevkariyên dualî yên di warê berevanî û leşkerî bi Îranê re amade ye

Wezîrê berevaniyê yê Çînê di hevdîtina bi Cîgirê Serokê Erkantiya giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê re, ragihand ku Çîn bo berfirehkirina hevkariyên di warê berevanî û leşkerî yên dualî bi Îranê re amade ye. ​

 Li Şangfu, Wezîrê Berevaniyê yê Çînê di kêleka  pêşangeha leşkerî-ewlehî ya Rûsiyê, di hevdîtina bi emîr sertîp Ezîz Nesîrzade, Cîgirê Seokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê, amadebûna Pikenê ji bo pêşxistina peywendiyên berevanî û leşkerî bi Îranê re di warên curbi cur  ragihand û  teqez kir ku Çîn rêzê ji serweriya netewî ya Îranê digre.

Serleşker Nesîrzade roja duşemiyê, di yekem roja sefera xwe ya Moskowê de, beşdarî pêşangeha Civata Navdewletî ya Teknîkî-Leşkerî ya Rûsyayê  bi navê Forûma Leşkerî ya 2023 li parka Patriot li rojavayê Moskowayê bû û ligel çend berpirsên beşdar jî hevdîtin pêk anî.

Alîkarê Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina digel alîkarê wezîrê berevaniya Rûsiyê jî li ser berfirehkirina peywendiyên dualî di warê leşkerî û berevaniyê de tekez kir.

Emîr Serleşker Nasirzade jî di kêleka Konferansa Ewlehiya Navdewletî ya li Moskowayê de bi Wezîrê Berevaniya Kazaxistanê re cuda hevdîtinek pêk anî.

Cîgirê Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê bi Cîgirên Wezîrên Berevaniyê yên Ozbekistan, Venezuela û Cîgirên Wezîrên Berevaniya Rûsya û Erebistana Siûdî  re bi awayekî cuda hevdîtin pêk anî û derbarê alûgurên navneteweyî û navçeyî û pêwîstiya pêşxistina giştalî ya hevkariyên leşkerî yên dualî teqez kirin.

 Beşa pêşeyên berevanî û leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê, tevî beşdariya çalak di pêşangeha Artêşa Rûsiya 2023`an de, beşên curbicur ên berhemên leşkerî û berevaniyê yên Îranê raber kirine.

Ev pêşangeh  ji 14 heta 20 Tebaxê li Parka Patriot li rojavayê Moskowê tê lidarxistin.

Serepeyv