Emîr-Ebdullahiyan teqezî ser berfirehkirina peywendiyên Tehran û Îslam Avayê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340853-emîr_ebdullahiyan_teqezî_ser_berfirehkirina_peywendiyên_tehran_û_Îslam_avayê_kir
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Di siyaseta derve ya cînaretî-mihwer a Îranê da, peywendiyên Tehran û Îslam Avayê tê berçavgirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2023 15:00 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan teqezî ser berfirehkirina peywendiyên Tehran û Îslam Avayê kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Di siyaseta derve ya cînaretî-mihwer a Îranê da, peywendiyên Tehran û Îslam Avayê tê berçavgirtin.

Li gorî rapora IRNA’yê, ‘Hisên Emîr-Ebdullahiyan’ Wezîrê Karên Derve yê Îranê roja Şemiyê di gotûbêja telefonî digel ‘Bilawil Botor Zerdarî’ Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê tevî pîrozkirina Cejna Remezanê, kêfxweşiya xwe ji pêşketina hevkariyên heyî di peywendiyên du welatan diyar kir û teqezî li ser amadetiya Tehranê ji bo xurtkirina peywendî û rakirina hin berbendan kir.

Emîr-Ebdullahiyan tevî amajeya bi babetên hevpar ên du welatan, her wiha got: Di siyaseta derve ya cînaretî-mihwer a Îranê da, peywendiyên Tehran û Îslam Avayê tê berçavgirtin.

Wezîrê Derve yê Pakistanê jî li gorî peywendiyên ber bi zêdebûnê yên du welatan û girîngiya taybet a Îranê li navçeyê teqezî li ser berfirehkirina danûstandinên du welatan kir.