Hewl tê dayîn nuneratîyên Îranê li Erebistanê berî Heca Temettu’ê bên vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340644-hewl_tê_dayîn_nuneratîyên_Îranê_li_erebistanê_berî_heca_temettu’ê_bên_vekirin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê aşkira kir ku desteyeke îranî bi merema vekirina balyozxane û serkonsulxana Îranê çûye Rîyazê û got: Hewil tê dayîn nuneratîyên Îranê li Erebistanê berî Heca Temettu’ê ya îsal bên vekirin û çalakkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2023 14:32 Asia/Tehran
  • Hewl tê dayîn nuneratîyên Îranê li Erebistanê berî Heca Temettu’ê bên vekirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê aşkira kir ku desteyeke îranî bi merema vekirina balyozxane û serkonsulxana Îranê çûye Rîyazê û got: Hewil tê dayîn nuneratîyên Îranê li Erebistanê berî Heca Temettu’ê ya îsal bên vekirin û çalakkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ‘Nasir Kenanî’ îro derbara şandina desteya îranî bo Erebistanê da got: Di pêngaveke nû û di çarçova bicihanîna rêkevtinnameya di navbera Komara Islamî ya Îranê û Erebistanê da ji bo destpêkirina peywendîyên fermî û çalakkirina dîplomatîk û nuneratîyên sîyasî û konsulxanên her du welatan, desteya îranî duh gihîşt Rîyazê û ji hêla berpirsên Erebistanê va hat pêşwazîkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Desteya îranî yê di 2 komên karkirinê da li Rîyaz û Ceddeyê karên pêwîst ji bo vekirin û birêxistina balyozxane û serkonsulxaneyên Îranê û çalakkirina nuneratîya dayimî ya Komara Islamî ya Îranê li Sazîya Hevkarîya Islamî bike.

Kenanî herwiha got: Dê hewil bê dayîn nuneratîyên Îranê berî merasima Hecê ya îsal were vekirin û çalakkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Desteya erebistanî ya teknîkî jî ku roja Şemîyê gihîşt Têhranê, yê sibê ji bo vekirina konsulxanê here Meşhedê.