Berdevkê Hikûmeta Îranê: Kiryarên terorîstî dê bêbersiv nemînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340535-berdevkê_hikûmeta_Îranê_kiryarên_terorîstî_dê_bêbersiv_nemînin
Berdevkê Hikûmeta Îranê tevî amajeya bi şehîdbûna du misteşarên leşkerî yên Îranê li Sûriyê, tekez kir: Kiryarên terorîstî dê bêbersiv nemînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2023 07:38 Asia/Tehran
  • Berdevkê Hikûmeta Îranê: Kiryarên terorîstî dê bêbersiv nemînin

Berdevkê Hikûmeta Îranê tevî amajeya bi şehîdbûna du misteşarên leşkerî yên Îranê li Sûriyê, tekez kir: Kiryarên terorîstî dê bêbersiv nemînin.

 

Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Behadorî- Cehromî li rûpela xwe ya twitterê nivîsî: Rejîma Siyonîst û dewletên terorîst hîn bûne ku di demên qeyranê da kiryarên terorîstî li derveyî sînoran bi cih bînin da ku raya giştî bixalifînin û rê nedin ku kûrahî û giraniya pirsgirêkên wan ên navxweyî were xûyakirin.pilledarên pasdar Mîlad Heyderî û Miqdad Mehqanî- Ceferabadî ji misteşarên leşkerî yên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di êrîşa cinayetkarane ya Rejîma Siyonîst a di berbanga Îniyê ser derdora Şama Sûriyê şehîd bûn.Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst berbanga Înîyê êrişî çend armancan li Şamê kirin. Li gorî ragihandina medyayên sûrî, navçeya Dîmasê ketiye ber êrîşa balefirên Rejîma Siyonîst.