Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî: Cinayetên Rejîma Sîyonîst dê bêbersiv nemînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340525-sipaha_pasdarên_Şoreşa_islamî_cinayetên_rejîma_sîyonîst_dê_bêbersiv_nemînin
Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê pêgirî kir: Cinayetên Rejîma Sîyonîst a sexte û cinayerker bê guman dê bêbersiv nemînin û ew dê berdêla wan bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2023 12:27 Asia/Tehran
  • Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî: Cinayetên Rejîma Sîyonîst dê bêbersiv nemînin

Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê pêgirî kir: Cinayetên Rejîma Sîyonîst a sexte û cinayerker bê guman dê bêbersiv nemînin û ew dê berdêla wan bide.

Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî îro di daxûyanîyekê da ji ber şehîdbûna efserê fidakar Miqdad Mehqanî- Ce`ferabadî û pilledarê pasdar û misteşar Mîlad Heyderî ku di encama êrişa cinayetkerane ya Rejîma Sîyonîst di berbanga înîyê da li derdora Şamê hatin şehîdkirin, sersaxî da û ragihand: Rejîma Sîyonîst a sexte û cinayetker dê berdêla cinayetên li Sûrîyê dike bide.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê jî wek berteka hibmerî şehîdkirina 2 misteşarên leşkerî yên Îranê li Sûrîyê got: Xwîna wan şehîdên pillebilind yê li erdê nemîne û Komara Islamî ya Îranê bilî şopandina van cinayetana ji hêla hiqûqî û sîyasî va, mafê bersivdana himberî terorîsma hikûmetî ya rejîma Israyîlê ya sexte di dem û cihê guncav û pêwîst da parastî dizane. 

Miqdad Mehqanî- Ce`ferabadî m,isteşarê leşkerî yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî li Sûrîyê û hevrefê şehîd Mîlad Heyderî bû ku di encama êrişa sîyonîstan a di berbanga înîyê da li derdora Şamê birîndar bibû û şehîd bû.