Destpêbûna dewra sîyan a Nîşangeha Navnetewî ya Quranê li Têhranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340517-destpêbûna_dewra_sîyan_a_nîşangeha_navnetewî_ya_quranê_li_têhranê
Dewra sîyan a Nîşangeha Navnetewî ya Quranê li Têhranê dest pê bû. Dewra sîyan a Nîşangeha Navnetewî ya Quranê bi durişma ``te dixwînim`` ji duh va bi amadebûna wekîlên welatên curbicur û Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî li Têhranê dest pê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2023 05:34 Asia/Tehran
  • Destpêbûna dewra sîyan a Nîşangeha Navnetewî ya Quranê li Têhranê

Dewra sîyan a Nîşangeha Navnetewî ya Quranê li Têhranê dest pê bû. Dewra sîyan a Nîşangeha Navnetewî ya Quranê bi durişma ``te dixwînim`` ji duh va bi amadebûna wekîlên welatên curbicur û Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî li Têhranê dest pê bû.

Ev nîşangeha ji 49 beşan û 1800 odeyan pêk tê ku bi hevkarîya 37 sazî û dezgehan û amadebûna
çalakên warê Quranê hatîye birêxistin.
Di merasima destpêkirina dewra sîyan a Nîşangeha Navnetewî ya Quranê li Têhranê û di dewra 28an
a rêzgirtina li xadim û xizmetkarên Quranê da, rêz li 12 xizmetkarên Quranê yên beşên xwendin,
jiberkirin, lêkolîn, bedewnisîn, nermalavên Quranê, birêvebirina karên warê Quranê, karên sînema û
fêrkirina Quranê hat girtin.
Beşa Navnetewî ya dewra sîyan a Nîşangeha Navnetewî ya Quranê li Têhranê jî yê roja duşemê bi
amadebûna sefîrên welatên misilman û mêvanên derveyî dest pê bibe.
Dewra sîyan a Nîşangeha Navnetewî ya Quranê li Têhranê yê heta 15ê Nîsanê beranberî 24ê
Remezanê bidome.