Adar 24, 2023 17:42 Asia/Tehran
  • Îrşadî: Rewşa mirovî li Sûriyê tim aloz e

Balyoz û Alîkara Nunertiya Îranê li NY’yê got: Rewşa mirovî li Sûriyê, bi taybet piştî erdheja bi xopan hema wisa aloz e û tevî hewldanan, raporta herî dawiyê ya NY’yê nîşan dide hîna jî kêmasiya aborî heye û divê ev meseleya demlidest were hilkolandin.

 ‘Zehra Îrşadî’, di civîna Konseya Ewlehiyê de derbarê rewşa mirovî û siyasî ya Sûriyê de got: Em destxweşiyê dikin ji NY û saziyên mirovî ku bêwestiyan bo alîkarî û piştgiriya kesên ziyandîtî li Heleb, Hema û Laziqiyeyê hewil didin, lê em ji civaka navneteweyî û kseên alîkar dixwezin ku bila piştgiriya xwe ji hewldanên mirovheziyê li Sûriyê bidomînin.

Wê her wiha got: Pêwîst e biryarnama 2672‘an a NY’yê bo avedankirina bineszaiyên Sûriyê tam cih were.

 Zehra Îrşadîyê her wiha êrişa Rejîma Siyonîst ser balefirgeha navneteweyî ya Helebê şermezar kir û ew weke binpêkirina rêzikên mirovheziyê û manîfêsta NY’yê û gefeke cidî dijî aşitî û aramiya navçeyê da zanîn û got: Ev êrişên terorîstî dûhatên însanî yên zav bo gelê Helebê ku niha rastî qeyrana mirovî hatine pêk tîne.

Sibeha Çarşemiya buhurî, balefirên cengê yên Rejîam Siyonîst, balefirgeha navneteweyî ya Helebê dan ber êrişan.

 

Serepeyv