Sibat 27, 2023 14:41 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: “Nabe Iraq bibe cihê komplo an gefa dijî cîranên xwe”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku nabe Iraq bibe cihê komplo an gefa dijî cîranên xwe û destnîşan kir: “Îran piştgiriyê dide hewildanên hikûmeta Iraqê bo vejiyandina aborî û eskerî ya vî welatî.”

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina bi “Sabit Muhemed Riza El-Ebasî”, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re li Tehranê, sînorên her du welatan sînorên hevaltî û hevkariyê da zanîn û got: “Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya Iraqê wek ewlehiya xwe dizane û piştgiriyê dide xurtkirina aramî û ewlehiya li vî welatî.”

 “Sabit Muhemed Seîd Riza El-Ebasî”, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê jî di vê hevdîtinê de sipasiya piştgiriyên tam û tekûz ên Îranê ji gelê Iraqê di serdema êrişa biyaniyan û DAIŞ’ê kir û destnîşan kir: “Bexda yê nehêle aliyên firsendxwaz gefê li axa her du welatan bixwin.”

 Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê jî bal kişand ser piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji hikûmet û gelê Iraqê di serdema dijwariyan û daxwaza dewama van piştgiriiyan di rewşa avedankirina vî welatî de kir.

 

Serepeyv