Îslamî: “Berpirsên IAEA’yê ji bo seredan û muzakireyê li Tehranê ne”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339713-Îslamî_berpirsên_iaea’yê_ji_bo_seredan_û_muzakireyê_li_tehranê_ne
Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê got: “Berpirsên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ji duh va dest bi muzakire û lêgerîna li binkeyên navokî yên Îranê kirine.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2023 15:47 Asia/Tehran
  •  Îslamî: “Berpirsên IAEA’yê ji bo seredan û muzakireyê li Tehranê ne”

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê got: “Berpirsên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ji duh va dest bi muzakire û lêgerîna li binkeyên navokî yên Îranê kirine.”

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê “Mihemed Îslamî” îro li koma nûçegîhanan got: “Muzakireyên têkildarî Rêkevtinameya Navokî û ev rêkevtinameya danuistandinek di navbera koma 5+1’ê û Komara Îslamî ya Îranê da ji bo pêkanîna pêbawerîyê bûn ku pêk hatin lê alîyên sereke yên vê peymanê erkên xwe bi cih nehanîn; nemaze amerîkîyan him bi xwe hevkarî nekirin û him jî nehîştin alîyên din hevkarîyê bikin.”

Îslamî herwiha got: “Îran yê di çarçova qirarên lêgerîn û kontrolê da peywendîyên digel Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê bidomîne û bi danuistandin, hevahengî û şopandinê nahêle ku babeteke nezelal a nû di hevkarîyên Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê da derkeve.”

Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê bi caran ji ber zextên welatên rojavayî û rayedarên Rejîma Sîyonîst hin idia û angaşt têkildarî bernameya navokî ya biaştî ya Îranê hilêxistine ku helbet ew angaşt û rabhorîya hevkarîya di navbera Îranê û IAEA’yê da li hev nayên.