Îran wek mazûvana civîna tep û tozê ya cîhanî hat destnîşankirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339711-Îran_wek_mazûvana_civîna_tep_û_tozê_ya_cîhanî_hat_destnîşankirin
Serokê Sazîya Parastina Jîngehê ya Îranê amajeyî serkevtinên Îranê di warê jîngehparêzîyê da kir û got ku ji ber wan serkevtinan Tehran wek mazûvana civîna tep û tozê ya cîhanî hat destnîşankirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2023 15:05 Asia/Tehran
  • Îran wek mazûvana civîna tep û tozê ya cîhanî hat destnîşankirin

Serokê Sazîya Parastina Jîngehê ya Îranê amajeyî serkevtinên Îranê di warê jîngehparêzîyê da kir û got ku ji ber wan serkevtinan Tehran wek mazûvana civîna tep û tozê ya cîhanî hat destnîşankirin.

Serokê Sazîya Parastina Jîngehê ya Îranê “Elî Selaciqe” amajeyî serkevtinên Îranê di warê dîplomasîya derheq jîngehê da kir û got: “NY’yê li gorî ezmûnên serkevtî yên Komara Îslamî ya Îranê, Tehran wek mazûvana bê ya civîna tep û tozê ya cîhanî bijartîye ku bi hevahengîya Wezareta Karên Derve, ew civîna yê di Tîrmeh- Tebaxê da were lidarxistin.”

Serokê Sazîya Parastina Jîngehê ya Îranê têkildarî cewrikên pilingê îranî jî got: “Xweşbextane her du cewrikên pilingê îranî yanî ‘Azer’ û ‘Tûran’ di rewşeke baş da ne.”