Emîr-Ebdullahiyan li Havanayê bi serokkomarê Kûbayê ra hevdîtin pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339290-emîr_ebdullahiyan_li_havanayê_bi_serokkomarê_kûbayê_ra_hevdîtin_pêk_anî
Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê êvara Şemiyê piştî ku gihîşte Havanaya paytexta Kûbayê digel “Miguel Díaz-Canel” (Mîgûêl Diyaz Kanêl) serokkomarê vî welatî hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2023 11:26 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan li Havanayê bi serokkomarê Kûbayê ra hevdîtin pêk anî

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê êvara Şemiyê piştî ku gihîşte Havanaya paytexta Kûbayê digel “Miguel Díaz-Canel” (Mîgûêl Diyaz Kanêl) serokkomarê vî welatî hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRNA'yê, Hisên Emîr-Ebdullahiyan û “Miguel Díaz-Canel” di vê hevdîtinê da li ser meseleyên dualî û navneteweyî şêwirîn.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan êvara Şemiyê li Havanayê ji aliyê Rêveberê Giştî yê Beşa Naveneteweyî ya Wezareta Derve ya Kûbayê va hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û desteya pê ra beriya Kûbayê, serdana Nîkaragûa û Venezuelayê kiribûn. Her wiha Emîr-Ebdullahiyan beriya serdana xwe ya bo Amerîkaya Latîn, serdana welatê Mûrîtanyayê li rojavayê Afrîqayê kiribû.