Emîr-Ebdullahîyan: “Rêya durist, dîplomasî, danûstandina avaker û maqûlbûn e”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339030-emîr_ebdullahîyan_rêya_durist_dîplomasî_danûstandina_avaker_û_maqûlbûn_e
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di 26emîn civîna Wezîrên Karên Derve yên Sazîya Hevkarîyên Aborî (ECO) da got: “Rêya durist, dîplomasî, danûstandina avaker û maqûlbûn e.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2023 15:32 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahîyan: “Rêya durist, dîplomasî, danûstandina avaker û maqûlbûn e”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di 26emîn civîna Wezîrên Karên Derve yên Sazîya Hevkarîyên Aborî (ECO) da got: “Rêya durist, dîplomasî, danûstandina avaker û maqûlbûn e.”

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Hisên Emîr-Ebdullahîyan di vê civînê da, biryarnameya destwerderane û neqanûnî ya Parlimana Ewropayê şermezar kir û got: “Bê guman dûhatên serederîyên bikelecanê yên bi vî rengî yê berdêlan bide ser milê Ewropayê, lewma Rêya durist, dîplomasî, danûstandina avaker û maqûlbûn e.”

 Emîr-Ebdullahîyan herwiha bêrêzîya li nirxên pîroz ên olên îlahî nemaze bêrêzîya li Qurana Pîroz û piştgirîya hikûmetên welatên rojavayî ji wê yekê ser navê ‘‘Azadîya Raderbirrînê’’ şermezar kir û got ku ew qet nayên qebûlkirin.

 Wezîrê Karên Derve yê Îranê kêfxweşbûna xwe ji ber pişikdarîya di civîna Konseya Wezîran a ECO’yê da nîşan da û got: “30 sal ji hewla 10 welatên endamê vê rêxistinê ji bo hevdengîya herêmî li vî warê dîrokî û şaristanîyetê derbas bûne û zemîneyên binirx ji bo hevkarîya navçeyî pêk hatine, herçend ku navbireke berbiçav di navbera destkevt û potansîyelên rastî yên welatên endamê vê sazîyê da xûya dike.”