Emîr-Ebdullahiyan: Danûstandina peyaman derbarê gotûbêjên rakirina boykotan didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338987-emîr_ebdullahiyan_danûstandina_peyaman_derbarê_gotûbêjên_rakirina_boykotan_didome
Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi gotina vê yekê ku danûstandina peyaman derbarê gotûbêjên rakirina boykotan didome, got: Me di rêya lihevkirinê da hin pêngav dane nasandin ku ez difikirim di pêşerojeke nêzik da yek ji van pêngavan dê were rakirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2023 05:16 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Danûstandina peyaman derbarê gotûbêjên rakirina boykotan didome

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi gotina vê yekê ku danûstandina peyaman derbarê gotûbêjên rakirina boykotan didome, got: Me di rêya lihevkirinê da hin pêngav dane nasandin ku ez difikirim di pêşerojeke nêzik da yek ji van pêngavan dê were rakirin.

Husên Emîr-Ebdullahiyan di gotûbêjeke televîzyonî da got: Eger îrade û niyeta cidî li aliyê hember hebe û berjwendiyên me bên dabînkirin, lihevkirin dê pêk were.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha got: Amerîkî gelekî zûtir ji sê welatên ewropî têgihîştin ku ti tiştek li paş ajawegêriyên li Îranê tune û dê tiştek neqewime; wan peyam dan ku ew îsrar dikin vegerin Lihevkirinameya Navokî.

Wî tekez kir: Her cihekî ku em his bikin berjwendiyên gel tên dabînkirin, em ê di wê çarçovê da biryar bidin û pêngav rakin.

Emîr-Ebdullahiyan di dewamê da kiryara hin welatên ewropî li dijî Îranê û Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî şermezar kir û got: Roja îro ewropî zêdetir ji aqil û mentiqê, li gorî hestên xwe biryar didin.

Wî got: Me pêştir ji ewropiyan ra ragihand ku her cûre pêngavrakirina dijî Îranê û danîna navê Sipaha Pasdaran di lîteya komên terorîst da dikare atmosfereke nerênî di peywendiyan da pêk bîne.